‘Em êrîşa li hember rojnamegeran şermezar dikin’

  • 19:55 23 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONUS) der barê êrişa Tirkiyeyê ya li ser rojnamegeran de daxuyaniyek da û got: “Mixabin îro di encama êrişekê de du rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dan. Nabe em li dijî êrişan bêdeng bin.”
 
Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li ser rojnamegeran  daxuyaniyek dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em êrişê bi tundî şemrezar dikin, ev êriş hewlek tirsonek û pbinpêkirina hemû pîvanên mafê mirovane. Li gorî me hedef girtina rojnamevanan ya di pêşbaziya leşkerî de, karek ne mirovaneye. Di yasayên navneteweyî de, nabe êrişî rojnamevanan were kirin û weke sucek şer tê pênasekirin. Em vî sucî şermezar dikin. Ji bo rawestandina êrişên ser xelkê Herêma Kurdistanê, em bang dikin zextek mezin were çêkirin. Xaka me tê dagirkirin û her roj li cihek jiyana welatiyên me dibe qurbanî, niha jî gihiştiye wê astê ku dest di avêjin jiyana rojnamevanan.
 
Em bang li hikumeta Iraqê û saziyên ewlekariyê dikin, hemberî êriş û dagirkeriya li ser Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabin û êdî nebin temaşevanê kuştina zarokên Kurd. Em bang li hemû konsolxane, nûnertiyên welat û rêxistinên mafê mirovan dikin, ji bo rawestandina êrişan pêngavên cidî bavêjin û rojnamevan werin parastin. Em ji malbat, kesûkar, rojnamevan û televziyona Sterk Tv re sersaxiyê dixwazin.”
 
CFWIJ: Ji ber heqîqet parastin hatin qetilkirin
 
Rêxistina Koalîsyona Ji bo Rojnamegerên Jin (Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) jî li ser hesabê X daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo Gulîstan û hêro xemgînin û hat gotin ku ji ber rojnamegeran heqîqet parastine hatine qetilkirin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat daxuyakirin ku ev êrîş çalakiyek tundiyê ya tirsonek e û wiha dawî lê hat dayîn: “Divê dewleta Tirk li herêma Kurdistanê dest ji hedefgirtinê berde. Divê berpirsên êrîşê hesab bidin.”