Meclîsa Jinan a DBP’ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir

  • 18:00 23 Tebax 2024
  • Rojane
AMED-Meclîsa Jinan a DBP’ê ku qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi daxuyaniyekê şermezar kir, wiha got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya rê li ber dagirkirinê vekiriye û bûyer şirîkê vê yekê di deman demê de bûye sedema kuştina zarokên Kurdistanê.”
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha  hat gotin: “Îro li Silêmaniyê wesayiteke ku rojnamevan tê de bûn ji aliyê êrişa hewayî ya Tirkiyê ve hat bombebarandin. Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku di vê êrişê de du jinên kedkarên çapemeniyê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatine qetilkirin. Em vê qetliama ku li dijî kedkarên çapemeniya azad, rojnamegerên jin ên kurd pêk hatiye şermezar dikin. Li gorî agahiyên çapemeniyê, di êrişê de 6 rojnameger jî birîndar bûne. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.”
 
‘Hevkarên vî sûcî ne’
 
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Rejîma AKP-MHP'ê ya ku li ser qirkirina gelê Kurd siyasetê dike, bi hewldanên berfirehkirina qada şer a li Herêma Federala Kurdistanê bi peymanên nû yên lihevkirinê, bênavber listikên xwe yên qirêj didomine. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Rejima AKP- MHP'ê ya li dijî kurdan bi polîtîkayên xwe yên metingeriyê dixwaze ku bi awayeke berfireh axa Kurdistanê dagir bike û xeyalên Neo-Osmaniyê pêk bine. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya ku rê li ber dagirkirinê vekiriye û bûye şirikê vê yekê di heman demê de bûye sedema kuştina zarokên Kurdistanê. Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nake. Divê demildest PDK dev ji şirikatiya sûcê rûreşiyê berde.”
 
Ji bo PDK’ê bang
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi êrişên bi vî şiqlî hewl didin ku çapemeniya azad bêdeng bikin û sûcên şer ên ku li Kurdistanê pêk tînin biveşêrin da ku negihêje raya giştî ya cîhanê. Lê divê were zanin ku kedkarên kevneşopiya çapemeniya azad, li ser şopa heqîqetê wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û bi her awayi bibin dengê heqîqetê. Serê gelê Kurdistanê sax be!”