Narîna 8 salî 3 roj in winda ye

  • 12:48 23 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Narîn Gûran a 8 salî ya ku 3 roj berê li gundê Çûleyê yê navçeya Rezanê winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê hîna nehatiye dîtin.
 
Narîn Gûran a 8 salî ya ku 3 roj berê li gundê Çulye yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê yên cendirme û AFAD'ê hê jî nehatiye dîtin. Xebatên lêgerînê yên 2 roj in dewam dikin, duh bi qasî 3 kîlometreyan dûrî mala malbatê terlikek hat dîtin. Derket holê ku terlika ku dane malbatê yên Narînê ne.
 
Dûre terlik ji bo lêkolînê ji aliyê cendirmeyan ve birin laboratuarê.
 
Hat diyarkirin ku lêgerîna Narînê didome.