Şaredariya Bajarê Mezin wargeha xwendkarên keç ji nû de vedike

  • 11:46 23 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin ragihand ku ji bo çareseriya starbûna xwendkarên zanîngehê, wargeha xwendkarên keç ji nû de vedike.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ragihand ku ew ê di çarçoveya projeyên şaredariya civakî de wargeha keçan a bi kapasîteya 136 ode û 391 nivînan ku di sala 2016'an de ji aliyê Gultan Kişanak û Firat Anli ve hatibû vekirin û kalîteya wê ji aliyê qeyûman ve hat guhertin, veke. Li wargeha ku wê ji bo çareserkirina pirsgirêka starbûnê ya xwendekarên jin ên ji derveyî parêzgehê ji bo perwerdeya zanîngehê werin vekirin, salona xwarinê, pirtûkxane, odeya kompîturê, kantîn, odeya xwendinê, odeyên utîkirinê, cilşûştinê, jûreya ziyaretvanan, metbexê, nexweşxane hene. Di heman demê de dê depo, jûreyek paqijiyê, stargeh û teras jî hebe. Şaredariyê her wiha ragihand ku mêvanxaneya razanê ya nexweş û xizmên wan dê li cihê xwe yê nû xizmetê bike.
 
Serlêdanên ji bo wargehan dest pê kirin
 
Wargeha ku dê di sala perwerdehiyê ya 2024-2025'an de dest bi xizmetê bike dê li Taxa Yenişehirê, Kuçeya Yildiz Hejmar: 2345 xizmetê bide xwendekaran. 
 
Serlêdanên ji bo razanê ev in; Hûn dikarin bi rêya lînka https://yurt.diyarbakir.bel.tr/ online serlêdan bikin.