‘Jinên ducanî bi saxî binax kirin’

  • 12:02 5 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
ŞENGAL - Jinên êzidî ku tev li meşa ji bo fermanê bûn, diyar kirin ku roja fermanê çeteyan bi hezaran êzidî qetil kirin, serê zarokan ber çavê dayika wan serjê kirine û jinên ducanî bi saxî binax kirine 
 
Di 3’yê tebaxa 2014’an de çeteyê DAIŞ’ê ferman rakir ser civaka Êzidî û di fermanê de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Bi hezaran jin dîl hatin girtin û hê jî çarenûsa bi hezaran jin ne diyar e û çavên malbatên wan li rê ye ku werin rizgarkirin e. 
 
Ji bo bîranîna 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin û bi hêrseke mezin qurbaniyên fermanê bi bîr anîn û xwestin kiryarên fermanê werin darizandin. 
 
Di çarçoveya bîranîna fermanê de jinên êzidî yên tev li meşa mezin a Şengalê bûn axivîn û fermanê bi bîr anîn. 
 
Jinên ducanî bi saxî binax kirin 
 
Hedlê Şengalî li ser fermanê axivî û wiha got: “Em di 10’emîn salvegera fermanê de îro em di bin konê xêra ji bo şehîdên fermanê hazir bûne. Di vê roja reş de bi hezaran jinên Êzidî hatin qetilkirin û revandin ji aliyê çeteyê DAIŞ’ê  ve. Zarokê Êzidî li ber çavên dayikên wan serjê dikirin û goştê wan dikelandin bi zorê didan dayikên wan digotin bixwin goştê berxên nazik in. Bi pora dayikên wan digirtin da ku bi hawara zarokên xwe ve neçin. Jinên ducanî bi saxî binax kirin, miletê Êzidî bi mehan di çiyayan de man. Hinek ji tîne û birçîna mirin hinekan jî xwe ji zinaran de avêtin û hinek jî ji german mirin. Silav û rêzê min ji hemû civaka Êzidî re hene ku di vê roja reş ya bi serê civakê de hatî de rabûne ser piya.” 
 
'Pêşmergeyên PDK’ê Êzidî firotin'
 
Hedlê Şengalî di axaftina xwe de got ku PDK'ê civaka Êzidî firotiye û wiha bi dawî kir: “Pêşmergeyên PDK’ê Êzidî firotin çeteyê DAIŞ’ê. Pêşiya civaka Êzidî girtin nehiştin xwe rizgar bikin. Gotin em ê we biparêzin û em nahêlin tu tişt were serê we, gelek malbat şandin malên wan da ku nerevin werin qetilkirin.”
 
‘Daxwaza min ew e ku êzidî bibin yekdest’
 
Jina bi navê Xunav Xelef jî ev tişt anî ziman: “Îro 10’emîn salvegera fermanê ye û ji bo bi bîranîna şehîdan wêneyên şehîdan li sûka kevn hatine daliqandin û ji bo şehîdan konê xêrê hatiye vedan. Bi hezaran esîrên me hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, em tu tişt nizanin ka sax in an na. Ev bû 10 sal û ev roj dê her dem ji bo civaka êzidî roja fermanê ye. Xwedê heqê Êzidîyan li erda nehêle. Daxwaza min ew e ku Êzidî bibin yekdest.”