Li Galatasarayê hefteya 1009'emîn

  • 14:51 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1009'an a çalakiya xwe de diyar kirin ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin û kiryarê Ayten Ozturk ê 32 sal berê li Dêrsimê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin pirsîn.
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê hatin bahev. Parazvanên mafên mirovan, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû beşdarî çalakiya hefteya 1009’emîn bûn. Dayikan di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windakirine hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Ayten Ozturk a beriya 32 salan li Dêrsimê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate qetilkirin hate pirsîn. Gulseren Yolerî ya çîroka Aytenê xwend, anî ziman ku têkoşîna wan a heqîqet û edaletê ji ber polîtîkaya necezakirinê bêencam maye. 
 
Gulserenê, destnîşan kir ku ji bo Aten û hemû windakiriyan dest ji lêgerîna edaletê bernadin û wiha got: “Em ê her tim bi bîr bînin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqê de tevbigere.” 
 
Pişt re nameya ku dayika Mûrat Yildiz ê dema 19 salî di 23’yê sibata 1995’an de di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz li ser navê kurê xwe ji xwe re nivîsandibû ji aliyê endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn ve hate xwendin. 
 
Piştî name hate xwendin, dayik Yildizê bi gotinên: “Edalet qet nayê van deran. Ez 29 sal in li ser rêyan im, li kolana me. Hêj jî li vê qadê li benda te û edaletê me. Lê mixabin edalet nîne!” bertek nîşan da.