Pirtûka Destpêka Jineolojiyê hat komkirin

  • 14:46 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
DERSÎM - Di çarçoveya bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê de li cihê ku panela "Jineolojî Siyaseta Demokratîk Nîqaş Dike" stant hatibû, pirtûka Akademiya Jineolojiyê ya Destpêka Jineolojiyê hat komkirin.
 
22'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal li Dêrsimê tê lidarxistin, di roja 3'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya bernameya îro de, pirtûka Akademiya Jinolojiyê ya Destpêka Jineolojiyê ya ku li stanta ku ji aliyê Weşanên Aramê ve li qada ku panela bi navê "Jinolojî Siyaseta Demokratîk Nîqaş Dike" li Kolana Hunerê hatibû vekirin, hat komkirin. Hate hînbûn ku pirtûka k hatiye komkirin pirtûka ku Sabahat Tuncel dê piştî panelê îmze bikira bû.
 
Wekî hinceta komkirinê jî biryara 6’emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stenbolê ya di 06-02-2019’an de hat nîşandan.