Dayika Nûdem a jiyana xwe ji dest da: Destê me li bestika Barzanî ye

  • 09:10 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Dayika Şervana  YJA Starê Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn) a ku di 30'ê Hezîranê de li Metînayê jiyana xwe ji dest Peyrûza Kurt, bertek nîşanî PDK'ê û Barzanî da û got, " Bila ji bo pere xwe nefroşin û zarokên me nekin qurbana berîkên xwe." Peyrûze got bila êdî şer bi dawî bibe û ew aştiyê dixwazin.
 
Bertekên li dijî PDK'ê ku sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê îmze kiribû, zêde dibin. PDK ya ku destekê dide êrîşên li dijî gelê Kurd, li Kurdistan û gelek deverên cîhanê tê protestokirin. Dayika şervana YJA Starê Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn) a di 30'ê Hezîranê de li Metîna di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da Peyruze Kurt jî bertek nîşanî PDK û Barzanî da û bertek nîşanî  PDK'ê ku sewqiyata leşkerî erê kir da. Peyruze ji Barzanî re got, "Li her du cihan jî destê me li bestika te ye" û bang li PDK'ê kir ku îmzeya xwe ji peymanê vekişîne.
 
Peyruzeyê par piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe yê YPS'ê Aydin Kurt (Agîd Dildar) wergirt. Hate hînbûn ku hêj cenazeyê Nûdem nehatiye wergirtin.
 
‘Divê Malbata Barzanî baş bizane, nikare zarokên me tine bike’
 
Peyruze, diyar kir ku weke Dayika Aştiyê bi salan e aştiyê dixwazin û got ku êdî daxwaza wekhevî û aştiyê têrê nake. Peyruzeyê got: “Êdî bes e, em aştiyê dixwazin.  Em naxwazin êdî zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Ez wek dayikek dilşewat, wek dayika Newal û Agîd bang li Barzanî dikim. Bila deriyan veneke. Divê nehêlin bi hezaran tank û topan êrîşî zarokên me bikin. Divê malbata Barzanî baş bizane ku nikarin zarokên me tune bikin. Êdî bes e, bila dilê me neêşîne. Di dilê me de agir pêxistin, her roj şehîd hene. Hem li dinya û hem jî li axretê destê me dê li bestika wî be. Em ê doza ax, welatê xwe û hebûna xwe li vê dinyayê jî bidomînin. Divê ew vê yekê baş bizanibin." 
 
'Newalek diçe, hezar Newal tên'
 
Peyrûzeyê Ji PDK’ê re got, "Zarokên me nekin  qurbana bêrîka xwe” û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Newalek diçe, hezar Newal tên. Agîdek diçe, hezar Agîd tên. Ez ê li ser gorên Newal û Agîdan bibim. Ez destên xwe ji bestika Barzanî nakim! Barzanî çi dike, deriyên tank û topan vedike? Li Metîna çi dikin? Ew li wir çi dikin? Êdî bes e, şerm nakin.  Em Dayikên Aştiyê ne, dilê me dişewite. Em şer naxwazin. Em wekheviyê dixwazin. Heta ku şer hebe dê her kes nerehet be. Bila aştî hebe, wekhevî hebe. Em ji dewletê re dibêjin êdî şer naxwazin.
 
'Barzanî ji vî şerî çi bi dest xist?'
 
Peyrûze dûbare kir ku ew dixwazin şer raweste û got, wekî gelê Kurd dixwazin li xaka xwe bi awayekî mirovî bijîn. Peyruzeyê diyar kir ku nikarin cenazeyê zarokên xwe jî bibînin û wiha got: “Zarokên me berxên di bin kêrê de ne. Zarokên me mexdûrên pereyên wan in . Zarokên me ne. Divê Barzanî çavên xwe veke. Divê ew ji şaşa sor a serê xwe şerm bike. Çend meh in li wir şer heye Barzanî ji vî şerî çi qezenc kir? Ev şer çi feydeyê dide wî? Tu kes ji şer sûd wernagire. Îro canê min diêşe, sibê jî dê biêşe. Ew bi cil û bergên ku li xwe dike bêrûmet bûye."
 
'Bimre îxanett û koletî'
 
Peyrûze bal kişand ser wê yekê ku bi salan e banga xwabiratiyê dikin, wekhevî û aştiyê dikin û diyar kir ku divê Barzanî weke kurdekî rê nede kuştina kurdan. Peyruzeyê got, "Divê dest ji vê rijandina xwînê berdin. Peyruzeyê destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha got: “Em naxwazin kes bimire. Em dayik in. Em êşa dilê her kesî fam dikin. Êdî bes e, bi salan e bi top, tank û balafiran şer dikin. Êdî mirov xizan bûne, mirov bêhiş bûne. Xwîn wek avê diherike, ma ne bes e? Ma hûn ji vê xwînê têr nebûne? Heta kengê hûn ê vê xwînê birijînin? Ez naxwazim kes bimire. Ez aştiyê dixwazim. Ez dibêjim 'Bijî aşitî' bimire xiyanet.”