Zeynep Murad: Divê bi ruhê yekitiyê bersiva êrîşan bê dayîn

  • 09:05 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad da zanîn ku êrîşên li hember Başurê Kurdistanê bi armanca berfirehkirina sînorên Mîsakî Mîlî tên kirin û got ku bi rihê yekitiya neteweyî ev zîhniyeta dagirker dikare bê têkbirin.
 
Tirkiyeyê di 3’ê hezîranê de bi alîkariya PDK’ê li hember axa Başurê Kurdistanê dest bi amadekariya êrîşek nû kir. Ji bo êrîş bike DAIŞ li gelek qadan bi cih kir, gundan vala dikin, mirov tên koçberkirin. Bertekên li dijî êrîşan didomin.
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murad êrîşên li hember Başurê Kurdistanê nirxand.
 
‘Dixwazin xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîllî’
 
Zeynepê daxuyakirin ku êrîşên tên kirin êrîşên dagirkirinê ne û Tirkiye di çarçoveya plana stratejiya xwe de vî şerî dimeşîne. Zeynepê wiha dirêjî dayê: “Ne tenê em hemû cîhan dizane şerekî wisa heye. Tirkiye ji bo xeyalên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne dagirkirinê wek rê dibîne. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî fireh bike. Erdogan û hemû rayedarên dewletê gotibûn em dixwazin xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîlî.”
 
‘Siyaseta Kerkukê parçeyek vê planê ye’
 
Zeynepê bi lêv kir ku Tirkiye demek dirêje di amadekariyên êrîşê de ye û wiha daxuyand: “Tirkiyeyê eniyek lojîstîk a mezin aniye axa Başûrê Kurdistanê. Roj bi roj dagirkirinê berfireh dike. Ji sedî 80’ê Duhokê ketiye destê Tirkiyeyê. Tirkiye ji bo armanca xwe DAIŞ aniye vir. Hêzên xwe yên leşkerî li Mûsil û Kerkukê bi cih kirine.Em niha dinêrin dibînin ku siyasetek çawa li Kerkukê tê meşandin û ev jî parçeyek vê planê ye.”
 
‘Ne tenê Kurdistan Iraq jî di bin xetereyê de ye’
 
Zeynepê di berdewamiyê de anî ziman ku plana stratejîk bi salane didome û wiha pê de çû: “Ji ber bertekên baş nayê nîşandan ev êrîş her diçin berfireh dibin. Li dijî dagirkirinê li qada siyaset û civakî bertek hene. Ev dagirkirin li Başûrê Kurdistanê bi destê alîkariyê tê kirin. Hikûmeta Federal a Kurdistanê pêşiya êrîşan vebike. Ev dagirkirin ne tenê li Kurdistanê li ser axa Iraqê jî tê kirin û Iraq di bin xetereyê de ye.”
 
‘Planek berfireh e’
 
Zeynepê her wiha ev nirxandin kir: “Her kesî dît ku DAIŞ’ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê çi da jiyîn û bi jinan çi kir. Heman zîhniyet carek din heman tiştî dike. Yên li dijî van êrîşan disekinin dîsa jin in. Ev jin çand û axa xwe diparêzin.  Ji ber vê li hember jinên Kurd siyasetek taybet tê meşandin. Bi van êrîşan dixwazin jinan ji qadan dur bixin û parçe bikin. Ev planek berfireh e. Divê jin li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Li Rojava jinan DaIŞ’ê têk bir. Divê Rojava li dijî vê dîsa bibe hêvî. Divê li Başûr jî bi heman rihî bersiv bê dayîn.”
 
‘Bertek neghiştin asta rêxistinbûnê’
 
Zeynepê balkişand ser çalakiyên pêk tînin û got wek komîsyona KNK’ê gelek çalakî pêk anîne herî dawî der barê salvegera Peymana Lozanê de li Başurê Kurdistanê civînek mezin pêk anîne û got: “Armanca me ev bû ku bertekên li dijî dagirkirinê derkevin holê. Li ser axa me komkujiyên mezin çêbûn. Jin hatin qetilkirin. Belê bertek hene lê têr nakin. Ne bi bandorin. Bertek negihiştine asteke rêxistinbûnê. Di vî alî de xebatên me hene. Piştî Tirkiyeyê eniya lojîstîk anî  me wek KNK xebatên berfireh da meşandin. Ev dagirkirin di heman demê de li hember hemû destkeftiyan e. Me wek KNK civîn pêk anî. Me beriya salvegera Peyman Lozanê civîn pêk anî.  Di vê civînê de me biryara pêkanîna konferansa neteweyî girt.”
 
‘An serkeftin an serkeftin’
 
Zeynepê daxuyakirin ku ji bo her kes rabe ser piyan hewce bi yek dengî heye û di vê mijarê de li dijî êrîşan berpirsyariyeke mezin dikeve ser partiyên siyasî, divê bi ruhê yekitiya neteweyî bersiva êrîşan bê dayîn. Zeynebê wiha dawî lê anî Jinên Kurd bi heman rihî dikarin vê zîhniyeta dagirker têk bibin. Ev jî bi ruhê yekitiya neteweyî dikare pêk bê. bi berxwedana gelê Kurd û jinan em ê biserkevin. Wê gelê me bi serkeve.An Serkeftin an Serkeftin.”