Endama Meclisa DEM Partiyê Îlknu Bîrol hat girtin

  • 19:03 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Li ser cezayê li endama Meclisa DEM Partiyê Îlknur Bîrol hatibû birîn, teqez bû, ew birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. 
 
Bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal ên di navbera salên 2015 û 2016’an de ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê li endama Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îlknur Bîrol hate birîn. 
 
Îlknur li ser teqezbûna ceza hate girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Ji bilî endamên DEM Partiyê, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Elîf Bûlût jî ji bo piştevaniyê hatin ber girtîgehê. 
 
Îlknur li ber girtîgehê axivî, bal kişand ser astengiyên li ber mafê rêxistinkirin û îfadeyê ya ku bûye şermeke Tirkiyeyê û wiha got: “Bi ya min ji bo ku em bigihijin rojên baştir divê hin berdêl werin dayin. Li pêşberî bi hezaran girtiyên li girtîgehan, dibe ku cezayê ku em dikarin bêjin gelekî watedar nebe. Hêvî dikim ku bi vê boneyê raya giştî û mûxalefet ji bo rojên xweştir dest bidin hev û ji bo bihêztirbûnê bikarin biaxivin. Niha bi xatirê herkesê.”