Ji bo runiştina Dînayê bang

  • 18:37 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ENQERE - Femînîstên ji bo Dînayê, ji bo runiştina xwendekara zanîngehê Jeannah Danys Dînabongho Ibouanga ya Gabonyayî ku wê di 5’ê Tebaxê de li Karabukê bê dîtin banga tevlibûnê kir.
 
Femînîstên ji bo Dînayê, ji bo ji bo 4’emîn runiştina xwendekara zanîngehê Jeannah Danys Dînabongho Ibouanga ya Gabonyayî ku wê di 5’ê Tebaxê de li Karabukê bê dîtin banga tevlibûnê kir. Di banga hat kirin de hat diyar kirin ku tevî daxwazên bi israr tişta ku hatiye serê Dînayê nayê aşkerakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Karabukê tundiya li xwendekarên jin yên penaber tê kirin, nîjadperestî û destdirêjiya li wan tê kirin tê veşartin.
 
Di daxuyaniyê de banga tevlibûna runiştinê ya li Karabukê tê kirin hat kirin.