Serdana şîna Nûdem Kurt hat kirin

  • 17:03 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê saziyên sivîl jî di nav de gelek kes çûn serdana şînê ya Nûdem Kurt a di 30'ê Hezîranê de li Metîna jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo endama YJA STAR'ê Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn) a di 30'ê Hezîranê de li Metîna di pevçûna derket de jiyana xwe ji dest da, li mala malbata wê ya li Taxa Ornekkoy a navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, şîn hat danîn. Komeleya Piştevanî û Piştevanî û Alîkariyê ya bi kesên xizmên xwe li Antatoyayê winda kirine (ANYAKAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek sazî û rêxistinên saziyên sivîl serdana şînê kirin. 
 
Sibe jî wê li cihê şînê ji bo Nûdemê mewlûd were xwendin.