Heyeta DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê hevdîtin kir

  • 13:43 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi komeke siyasetmedar û aktîvîstên jin re hat gel hev. 
 
Hevdîtinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Heyeta ku Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Gulcan Kaçmaz û parlamentera berê Ayşe Acar Başaran jî di nav de bû, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên li dijî herêmê li Hewlêrê bi komeke jinên siyasetmedar û aktîvîst re hevdîtin kiri. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya YNK’ê ya Hewlêrê Parêz Omer jî di hevdîtinê de cih girt. Parêz Omer, di hevdîtinê de wiha got: “Em keyfxweş in ku heyetê pêşwazî dikin. Ev hevdîtin, li gel aliyê xwe yê dostane û neteweyî, di heman demê de hevdîtineke xweser a jinan e. Li ku dibe bila bibe em neteweyekin. Li ser vê esasê em dixwazin di mijarên jinan, neteweyî û welatê xwe de bêhtir hevkariyê bikin. Armanca me ya esasî ew e ku jinên kurdistanî bêhtir bên gel hev.”
 
Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî ev tişt anî ziman: “Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li seranserî cîhanê em jin bêhtir rastî zext û zehmetiyan tên. Ji ber kurdbûna me, ev zext hîn girantir in. Li her parçeyeke Kurdistanê polîtîkayên zextê yên cuda hene. Li Îranê xetereya darvekirinê li ser Pêxşan Ezîzî heye. Îro li Kurdistanê şerekî mezin heye. Weke gel û jinan berpirsyartiyên me hene. Yekitiya jinan, piştevaniya wan û zanebûna wan dê di mijara avakirina yekitiya neteweyî de pir watedar be. Ji ber ku jin bingeha civakê û pêşengên wê ne.” 
 
Newerozê, têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Em li ser pirsgirêkên jinan ên ji ber rewşa giştî ya Kurdistanê û şer diqewimin nîqaş dikin. Di heman demê de me rola jinan a di avakirina yekitiya neteweyî de nirxand û em  li ser girîngiya avakirina platformên hevpar sekinîn. Di mijara avakirina yekitiya neteweyî de bandora şert û mercên pêşengên kurdan û pêşketina kampanyaya li dijî tecrîda ser birêz Ocalan a li seranserî cîhanê belav bûyî hatin nîqaşkirin.”