Jin daxwazên xwe pêşkêşî şaredariya Peyasê dikin: Derfetê bidin me

  • 09:05 26 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Jinên ku di ‘hevdîtina keda jinan’ a şaredariya Peyasê de berhemên xwe difroşin balê dikşînin ser girîngiya qezenca xwe û Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar jî da zanîn ku wê xebatên wan ên di têkoşîna li dijî xizanya jinê de bidomin.
 
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê bi derfetên xwe bi armanca piştevaniya jinên hilberînê dikin di rojên borî de li Parka 75 ‘Hevdîtina Keda Jinan’ pêk anî. Jinên hatin wir, berhemên xwe yên xwarinê û tekstîlê raxistin. Jinan ji bo vê spasiyên xwe ji şaredariyê re kirin.
 
‘Gelek girîng e em li ser piyan bisekinin’
 
Hatîce Baran a tevli bernameyê bû da zanîn ku ew dixwaze debara xwe bike û wiha got: “Em ji bo li ser piyan bisekinin li vir in. Min rîçalê şîr çêkir. Min ev rîçal 4-5 saetan pijand. Min nû dest bi kar kir. Hevalan got tiştekî çêbike û bişîne min jî ev çêkir. Gelek girîng e ku jin di alî aborî de li ser piyan bisekinin.”
 
‘Jin bixwazin dikarin her tiştî bikim’ 
 
Leyla Akdemîr jî da zanîn ku bi armanca piştgiriya malbatê di bernameyê de cih girtiye û wiha domand: “Ez dixwazim kargeriyek min hebe. Ez li vir xwarinên Amedê çêbikim. Ez hatim vir û min xwest alîkariyê bibim malbata xwe. Belkî li vir derfetê kar bibînim. Ez xebata hemû jinan dipêm. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin.” 
 
‘Em ji xwe re tiştan çêbikim û bifroşin’
 
Gulseren Doner jî da zanîn ku li qursên ku çûnê berhemên nexş, dirûnê çêkiriye û got: “Divê ji bo jinan derfetê kar bê dayîn. Bila jin girêdayê mêran nemînin. Bila ew jî qezenc bikin. Em jin bi destan tiştan çêbikin û bifroşin. Jin dikarin her tiştî bikin.”
 
Bila pêşiya jinan vebibe
 
Zennure Kaya jî destnîşan kir ku ew dixwaze bixebite û ji bo wan derfet bê afirandin û pêşiya wan bê vekirin. 
Midûra Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Seger jî diyar kir ku ji ber jin ji krîza aborî bi bandor dibin hewce bi bernameyek wisa dîtine û wiha pê de çû: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a jin li vî welatî dijîn aborî ye. Her jinek di vî alî de daxwaz dikin. Jin hildiberîne lê qada ku berheman bifroşin nabînin. Ji ber vê em dibin navbeynkar. Em ê bernameyê bidomînin.”
 
Armanc texrîbat ji holê bên rakirin
 
Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar jî armanca bernameya pêk anîne vegot û da zanîn ku bi taybet di 8 sal dema qeyûman de li ser keda jinê texrîbatên mezin çêbûne, ji bo van texrîbatan çareser bikin, xebatan dimeşînin. Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Ji bo ev texrîbat ji holê rabin projeyên me hene. Di vî alî de peywir dikeve ser milê me û berpirsiyariyên me hene. Bi taybet di dema qedexeyên derketina derve ya navbera salên 2015-16’an de jin pir xizan bûn. Me ji bo vê ev xebat da destpêkirin. Me xebata xwe li Parka 75 da destpêkirin. Me bi jinên ku navbera salên 2015-16’an de ji Sûrê koçî taxên din kirine da destpêkirin. Em ji wan re tenê bûn rê.”