Komxebata ‘Jin û Aborî' bi dawî bû

  • 13:21 14 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
 
WAN - Komxebata "Jin û Aborî" a ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Evîn a Wanê ve hat lidarxistin di roja duyem de piştî nîqaşên li ser têkoşîna zayendî û newekheviya zayendî bi dawî bû.
 
Evin Kadın Kooperatifi tarafından düzenlenen "Kadın ve Ekonomi" çalıştayı ikinci gününde, toplumsal cinsiyet mücadelesi ve toplumsal cinsiyet eşitsizliği tartışmalarının ardından sona erdi.
 
Li Wanê ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Evîn ve atolyeya "Jin û Aborî" ya ji bo 2 rojan hat lidarxistin, îro bi dawî bû. Komxebat li Salona Konferansê ya Baroya Wanê Cumhur Keskîn pêk hat, pankartên bi kurdî û tirkî yên "Jin aboriya komunal a demokratîk û xizaniyê diaxivin" li salonê hatin daliqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Jinên Karsaz ên Wanê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Endamên Akademiya Jineolojiyê, parêzerên jin ên girêdayî Baroya Wanê û gelek nûnrên din ên saziyên sivîl û jinan tevli komxebatê bûn.
 
Endama Kooperatîfa Evînê Yildiz Çetîn di komxebatê de moderatoriyê kir. Îro mijarên wekî "Di pêvajaya biryargirtinê de tevlîbûna jinan", "Têkoşîna zayenda civakî" û "Newekheviya zayenda civakî" ji hêla Gulten Madenlî ya endama Weqfa Îsmaîl Beşîkçi û akademîsen û nivîskar Ecehan Balta ve hat vegotin. 
 
Gulten Madenli, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyên biryar girtinê û got: "Koperatîf di rewşên herî zehmet e dighijên hewara jinan û rolek mezin dilîzin. Tevlîbûna jinan a di qada kar de jî koperatîf rolek mezin dilîze. Dema jin bixebite xwebawer dibin, li hemberî hişmendiya civakê jî bi hêz dibin."
 
Ecehan Balta, jî diyar kir ku di nav 146 welatan de Tirkiye di mijara newekheviya zayendê de di rêza herî dawî de cih digire û wiha bi lêv kir: "Li Tirkiyeyê tevlibûna jinan a qada kar gelek zehmet e û li pêşberî wan gelek astengî hene. Ji ber tirsa şîdet, taciz û tecawizê gelek caran nikarin tevlî kar bibin. Ev yek ji ber hişmendiya civakê pêk tê. Di vê helê de rolên şaredariyan gelek girîng in. Ji bo zarokan kreş, ji bo îstîhdamkirina jinan jî divê qad bên afirandin. Kooperatîfên jinan ji bo jinan cihê behn girtinê ye û li vir dikarin bên îstîhdamkirin. Ji bo tevlibûna jinan a vê qadê divê xebat bên pêşxistin." 
 
Piştî xwendina encamnameyê komxebat hat bidawîkirin.