Jinên li ser erdên pincar û mişmişan: Em berdêla keda xwe nagirin

  • 15:10 8 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
ÎDIR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" çû serdana kedkarên jin ên li ser erdên silk û mişmişan dixebitin. Jinan diyar kirin ku em berdêla keda xwe nagirin.
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" çû serdana kedkarên jin ên li ser erdên pincar  û mişmişan dixebitin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan û gelek jinên din çûn hevdîtina bi jinan re. 
 
'Em berdêla keda xwe nagirin'
 
Jinên li vir pirsgirêkên xwe anîn ziman dan zanîn ji ber çînîna mişmişan nû dest pê kiriye ew nizanin ew ê çiqas heqdestên xwe bigirin. Jinan diyar kirin ew ji saet 04.00'an heta 17.00'an dixebitin û pirsgirêkên xwe wiha anîn ziman:"Li gor heqdestê sala berê em bi 110 TL'yî dixebitin. Beramberê keda me ya heta nîvro 70 TL ye. Em berdêla keda xwe nagirin. Lê ji mecbûrî ji bo em debara xwe bikin em dixebitin."
 
'Qezenca me têr nake'
 
Jineke din a li baxçeyê mişmişan dixebite wiha got:"Buhayê mişmişan hîn diyar nekirine. Em diçin çapê û sêvan didin hevdu. Komkirina mişmişan pir zehmet e. Em di rojê de carinan 150 carinan jî 100 qaseyî didin hevdu. Dema kar tune be em naxebitin. Jiyan buha bûye. Qezenca me têr nake."
 
'Nalên em 5 deqeyan rûnên'
 
Jineke din jî da zanîn ev 5 sal in ew vî karî dike û wiha got:"Heta êvarî encax em 100 TL qezenc dikin. Bi ser de jî bi me dixeyidin. Hinek caran ez ewqas ditengijim ku ez dibêjim hema lanet be."
 
Meclîsa Jinê piştî serdana jinan a baxçeyê mişmişan serdana jinên li Gundê Yuzbaşî yê Îdirê yên li ser erdê silkê dixebitin. Jinên diyar kirin ew ji saet 05.00'ê sibehê heta 14.00'an dixebitin wiha gotin:"Em jin dixebitin. Pere ji mêran diçe yên dixebitin jî em in. Bi ser de jî em karê malê dikin û ajalên xwe xwedî dikin."
 
'Pereyê em digirin têr nakê'
 
Jineke din diyar kir ku ji bo ew debara mala xwe bike li ser erd dixebite û di rojê de 70 TL'yî digire û ev yek pêdiviyên zarokên wê nayne cih. Jineke 23 salî ya dibêje ez ji 14 saliya xwe de li ser erd dixebitim tîne ziman ku jin di gelek qadan de bê sigorta dixebitin û da zanîn pereyê ew digirin têra wan nake. 
 
Roja duyem a hevdîtinê bi dawî bû
 
Piştî serdanan Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir ew çûne gelek herêman û bi jinên kedkar hevdîtin kiriye û got:"Ne ku em bêjin em hatin we bibînin em çûn. Em ê pirsgirêkên we li meclîsê bînin ziman."
 
Duyemîn roja hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" ya herêma Serhedê bi dawî bû.