'Jin dikarin her karî bikin'

  • 09:02 4 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jin bi salan e li dijî rolên zayendî têkoşînekê didin da ku li her qadê cih bigirin. Yek ji van mînakan jî Eyşê Başboga ya karê komirê dike ye. Ji bo debara xwe bike komirê distîne, dixe torbeyan û li xwaringehan belav dike. Eyşê balê dikşîne ser têkoşîn û keda jinê û dibêje jin dikarin her karî bikin.
 
Jin her rolên zayendî red dikin û dibêjin em dikarin her karî bikin. Her çiqasî keda wan biçûk were dîtin û weke bê hêz werin dîtin jî ew di her hêlê de hebûna xwe bi awayê herî xurt nîşan didin. Jina bi  navê Eyşê Başboga ji bo debara xwe bike li dijî xizaniyê dest bi karê komirê dike. Karê wê karekî zor e û pirsgirêkên tendirustiyê bi xwe re tîne, lê ew dibêje jin her tim rola fedekariyê dilîzin û ez jî îro ji bo zarokên min birçî nemînin vî karî dikim. Em ê li têkoşîn û keda Eyşê guhdarî bikin.
 
Bi karê nanê tenûrê re dest pê dike
 
Eyşê li taxa Tepebaşî ya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye rûdinê. Ew malbateke xizan bûn û di aliyê debarê de pirsgirêkên mezin dijîyan. Eyşê destpêkê bi nanê tenûrê debara xwe dikir. Derdorê hevîr dianî wê jî li tenûrê dixist û pereyê xwe digirt. Ew û hevjînê xwe bi karê wisa biçûk re bi destên hev digirin û hewil didin 3 zarokên xwe mezin bikin. Eyşê û hevjînê xwe dikevin karê komirê  û ev 3 sal in didin berdewamkirin. Li Taxa Tepebaşiyê di bin xaniyê xwe de weke kulîkek biçûk firoştgeha komirê vekirîye. Eyşê di heman demê de karê xwe yê nanê tenûrê jî dide dewamkirin.
 
'Karê min karekî zor e'
 
Karê komirê bê guman dibe sedema pisgirêkên mezin ên tendirustiyê. Her wiha derdorê jî qirêj dike. Em dikarin ji vê jî derbixin ku Eyşê zehmetiyên mezin dibîne, lê neçare ji bo debara xwe bike bixebite. Dema em Eyşê dibînin ew ji karê xwe yê tenûrê tê û kargeha xwe ya komirê vedikir. Eyşê di serî de kargeha xwe bi me dide naskirin û van gotinan bi kar tîne: "Ev karekî zor e. Di aliyê bêhnstendinê de hê jî niha ez pirsgirêkan dijîm. Ji bo derdor aciz nebe û jê bandor jî nebin ez dergehan digirim û di vê kolika sergirtî de dest bi karê xwe dikim. Ger ku qadek vekirî ba wê baştir ba, lê derfetên me ewqas dest dide."
 
'Me bi zorê debara xwe dikir'
 
Eyşê di berdewamiya axaftina xwe de çawa dest bi kar kiriye wisa ji me re dibêje:"Me bi zorê debara xwe dikir. Hevalê min jî dixebitî û min jî gelek kar dikir. Min karê xwe û yê wî jî dikir. Min nan li tenûran dixist û em bi karên ji derve re mijûl bûn. Piştre jî me kargehek biçûk bi vî rengî vekir. Di bin xaniyê me de kulikek hebû, me vala kir û me dest pê kir. Hevjînê min diçe komirê tîne malê û ez çêdikim, dixim kîsikan û bazirganiya wê jî dikim. Em bi vî rengî zarokên xwe didin xwendin û mezin dikin. Şikir ku me nehişt çavên wan ji derve bimîne."
 
'Jin tim rolê fedekariyê dilîzin'
 
Eyşê wiha berdewam dike:"Her tim jiyana min bi kedê re derbas bû. Weke min destnîşan jî kir hevjînê min tenê komirê bi maşîneyê tîne lê weke din bi hemû karê komirê re ez mijûl dibim. Ez karê xwe û yê wî jî dikim. Ya rast jin dikarin her karî bikin û her tim ji mêran bêhtir xebitîne. Lê divê mirov ji bo xwe û ji bo zarokên xwe bi hev re wek hev têbikoşe. Di roja îro de çiqas jin serkêşiya vê têkoşînê dikin jî mêr wê kedê ji nedîtî ve tê. Lê belê jin û jina dayik rexmê her tiştî û hemû şert û mercan timî rola fedekariyê dilîze. Ji bo zarokên xwe û ji bo malbata xwe fedekariyê dike.”
 
'Divê jin di her karî de cihê xwe bigire'
 
Eyşê herî dawî bal kişand li ser bandorên qeyranê yên li ser wan û wiha bi dawî kir:"Em ji bo li ser lingên xwe rawestin û debara xwe bikin em her tiştî dikin. Lê belê mixabin hertim li ber lingên me astengiyan rêz dikin. Ji bo em bikevin. Niha jî em nikarin debara xwe bikin. 3 zarokên min dibistanê dixwînin, ne tablet, ne înterneta wan heye ku beşdarî waneyên xwe bibin. Di encamê de jî ezmûnên xwe derbas nakin. Ev newekheviya di aliyê perwerde, aborî û civakî de tê kirin derûniya civakê jî xira dike. Bi hêviya ku polîtîkayên aboriyê werin pêşkêşkirin. Lewra wisa berdewam bike wê gel nikaribe debara xwe bike. Bi taybet jî ev bandorek mezin li ser jinê dike. Divê piştgirî ji bo jinê û karkerên bê teminat dixebitin were dayîn. Ji bo ku em jin jî di nava her karî de cihê xwe bigirin divê bibin piştgir nebin dijmin."