Ayşe Guleç: Kevneşopiya hilbêrîna kulavê didomîne

  • 09:04 2 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
 
ÎZMÎR - Hosteya kulavê Ayfer Guleç, di atolya xwe ya Seferîhîsarê de kulavan çêdike û dixwaze kevneşopiya hilberîn û bikaranîna kulavê bidomîne. 
 
Kulav ku yek ji berhemên tekstîlê ya yekem a cîhanê ye, ji bo êşa beden bê kêmkirin, ji bo elektîrîka beden bê girtin tê bikaranîn. Kulav ber bi tunebûnêve diçe. Wênesaz Ayfer Guleç a li Îzmîrê dijî, hewl dide ku vê hunerê bide jiyîn. Ayfer bi terza hilberîna dostê xwezayî kulav modernîze dike. Ayfer 30 sal in bi vî karî re mijul dibe û hewl dide hunera kulavê bide jiyîn. Ayfer di atolya xwe ya Seferîhîsarê de kulavan çêdike û dixwaze kevneşopiya kulavê bidomîne. 
 
Ji 1991’ê heta niha…
 
Ayfer bi alavên ku ji hoste Muharrem Şengul girtiye, di 1991’ê de dest bi hunera kulav dike û bi dizayna ewil heman salê Xelata Stîlîstên Ciwan a Komeleya Sanayîvanên Cil û Bergan a Stenbolê digire. Ayfer wiha dibêje: “Ez wênesazim. Dem min nû dest pê kir, min li ser kumaşên armûş û pembo bi kulavê îşlik çêdikir. Hosteyê min got 'ev ne kulave kulav divê stûr be'. Min jî kulav bi teşeyê cuda bikar anîn.”
 
Teşeyê hilberîna dostê xwezayê
 
Ayferê daxuyakirin ku hewl dide berhemên ku di her qada jiyanê de tê bikaranîn derxîne û got di hilberîna kulavê de tenê hirî tê bikaranîn. Hilberandin jî bi rêbazên dostên xwezayê pêk tê. Ayferê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em hiriyê bi ava sabuna rûnê zeyt dişon. Lê kulav êdî bi tunebûnê re hatiye rû hev. Em nirxê nadin hiriyê. Em ji derveyê welat elyaf digirin û kulav ji dewrê derdixin. Ez ji bo vê têdikoşim.Yên jiyana ekolojîk bi nirx dibînin û turîst kulav tercih dikin.”
 
Ayferê bi lêv kir ku kulav wek karê mêran tê dîtin lê ji bo jinan jî ji bo mêran jî karekî zehmete û dema nû dest bi kar kiriye ji hêla mêran ve nehatiye qebûlkirin. Piştî çend sal şûnde nêrîna li hemberî Ayferê guheriye.