'Bi kartol û pîvazan pirsgirêkên Tirkiyeyê nayên çareserkirin'

  • 09:02 5 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên li Amedê dijîn bal kişandin ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê tê jiyin û gotin: "Bi pêvajoya pandemiyê re bêtir pirsgirêk kurtir bûn. Polîtîkayên çareseriyê nayên afirandin û bêhiqûqî û bêedaletî li her qadê hatiye pêşxistin. Bi belavkirina kartol û pîvazan jî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin." 
 
Li Tirkiyeyê bi pandemiyê re pirsgirêkên heyî her ku çû kûrtir bû. Qeyrana siyaset, aborî, ewlehî, perwerdê û tenduristiyê bêtir di pêvajoya pandemiyê derket rûyê erdê. Welatî ji ber neçareseriya pirsgirêkan hêviya xwe ji pêşerojê birîne û tenê rojane difikirin. Derbarê pirsgirêkên heyî de me berê xwe da kolan û kûçeyên Amedê. Jinên ku li Amedê dijîn ji ajansa me re behsa rewşa xwe û rewşa Tirkiyeyê kirin. 
 
‘Bi kartol û pîvazê xizanî nayê çareser kirin’
 
Sevîm Îlhan destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyê xizanî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber qeyrana aboriyê dest û piyên me hatiye girêdan. Her kes êdî bêkar e. Lê belê yên dixebitin jî pereyê ku qezenc dikin didin krediyên xwe. Niha di pêşiya me de jî Cejna Remezanê heye lê em bi vê rewşa pêrîşaniyê nizanin çawa pêdiviyên xwe bînin cih û cejna xwe pîroz bikin. Êdî xizanî û mexdûriyetî xwe ji her hêlê ve dide nîşandan. Hemû kes li benda piştgiriyek û alikariyek e. Lê tu tişt nayê kirin. Xelk ji ber bêkariyê berê xwe didin deverên din. Rewşa xelkê pêrîşan e lê ew jî kartol û pîvaz belav dikin. Gelo kartol û pîvazê dê çawa pirsgirêka xizaniyê çareser bike? Çareserî ne kartol û pîvaz e. Niha em nikarin rûn bikirin ku ewqas tişt bûha bûne. Tenê bi gotinan xwe yên ku hundirê wan vala ye, dixwazin gel bixapînin. Lê rewşa xelkê ber biçav e. Ne mirovahî ne jî merhamet ma ye. Em êdî şaş mane û nizanin çi bikin. Wekî ev kêm bû îja qedexekirina derveyî çêkirin. Niha xelk bê piştgirî dê çawa debara xwe çêbike. Em ji bo ku çawa fature û kire xwe bikarin bidin serê xwe dixurînin. Ji ber pirsgirêkên xizanî em nikarin tu tişt bifikirin.”
 
‘Hundirê dolabên me vala ne’
 
Guler Ayriç jî bal kişand li ser bêkariyê û diyar kir ku bi pandemiyê di deste tu kesê de kar nema û got: “Herî zede qeyrana aborî li ser me bandorê kir. Bi vî qedexe kirine jî dê xelk goştê hevdû bixwin. Di hundirê mala me de tu tiştek nema ye êdî dolabên me vala ne. Ne tenê ez û her kes di wê rewşê de ne. Par kêmek alikariya pereye dikirin wekî ku tenê ji bo çavên me boyax bikin lê ka milyarek têra çi bike. Nifûsa mala me 13 kesî pêk tê. Niha jî eyd li ber derî ye em nizanin çawa kinc û tiştên din bikirin. Tu çareseriyek tune ye lê ji bo ku çareseriyek bê dîtin jî hewildanek tune. Hema xelkê di halê xwe de hiştin e. Malbatên wisa hene ku nikarin nanek ji mala xwe re bikirin." 
 
‘Xelkê bi birçîbûnê terbiye dikin’
 
Guler, da zanîn ku niha rewşek pir xeter heye û wiha berdewam kir: "Ji ber rewşa xetere em gelekî bi fikar in. Hem krîza aborî, hem nexweşiya koronayê û hem jî pirsgirêkên din fikarên me dike. Qedexekirina 17 rojan dê rewşa me xirabtir bike. Jixwe alikariyek tune bû, niha jî îmkanên heyî ji holê rakirin. Xelkê bi birçîbûnê terbiye dikin. Gava mirov li kolanan bigere rewşa xelkê xuya dike. Tu kesê ku îmkanên wê/î baş be nema ye.”
 
Betalkirina Peymana Stenbolê rewşa Tirkiyeyê nîşan dide
 
Xwendevan Tuba Asana jî bal kişad li ser rewşa jinê û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di mijara jinê de li gorî dewletên din gelek paş de maye. Tuba wiha got: “Her çiqas bi saya rêxistinên jinan, di aliye mafên jinan de xwedî derketin çêbibe jî mixabin terê nake. Mînak li Tirkiyeyê jin çiqas biaxive jî gotinê wê zede derbas nabe. Ji ber ku hişmendiya serdest a mêr xwe dispêrîne desthilatdariyê. Her wiha jin di qada aboriyê de jî newekhevî û kedxwariyek mezin dijîn. Lê dema jin li dijî vi yekî derdikevin tên çawisandin. Peymana Stenbolê ji bo jinan destkeftiyek bû hat betalkirin. Bi betalkirinê jiyana jinê qet nava xetereyê. Li Tirkiyeyê ji bo jinan pêşketinek nîne û berovajî vê yekê polîtîkayên ku dijminatiya jinê dike diafirîne. Di mijara jinê de dewlet xemsar tevdigere. Li gorî min divê hejmara rêxistinên jinan zêdetir bin û ku em bikarin dengê xwe bilind bikin." 
 
Pergala perwerdehiyê..
 
Tuba, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala perwerdeyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Mixabin li Tirkiyeyê em nikarin qala pergala perwerdehiyê bikin. Ji ber ku ew pergala heyî nebûya çêtir e. Li ser pergala perwerdê û xwendevanan newehêviyek heye. Gelek xwendevan û mamoste ji ber pergala heyî mexdûr dibin. Rewşa xwendevanan pişt guh dikin."
 
'Welatî hatin mexdûrkirin'
 
Melîha Bozdogan jî li ser projeyên veguherandina bajarvaniyê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku  ji bo berjewendiyên xwe welatiyan mexdûr dikin. Melîha wiha bal kişand ser mijarê: "Berê xaniyê me li Sûrê bû, li wir xaniyê me xirakirin. Tu tiştên me nema û me berê xwe da taxa Ben û Senê. Li vir jî xanî hatin xirakirin û em cara duyem mexdûr bûn. Xelkê Tirkiyeyê di rewşekî xirab de dijî. Ez nizanim dewlet çi ji xelkê dixwaze. Niha kar nîne, derfet nîne û xelk hemû pêrîşan e. Gava xelk rastiyê dibêje jî tên binçavkirin an jî tên girtin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”
 
‘Ne edalet û ne jî hiqûq heye’
 
Zarîfe Aytaş, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiyeyê ya hiqûq û edaletê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rewşa Tirkiyeyê gelek nebaş e. Rewşa welatiyan ne baş e. Ji aliyek xizanî, ji aliyek bêhiqûqî û bêedaletî heye. Ji ber van sedeman em êdî nikarin qala mirovatiyê jî bikin. Li Tirkiyeyê her cureyên sûc hene lê bê ceza dimînin. Par gelek girtiyên edlî serbest hatin berdan. Lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Niha li derve gelek sûcdar hene." 
 
Halîme Bozdogan jî wekî jinên din bal kişand ser pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn û da zanîn ku 50 sal in li vir dijîn û got: "Bi sala ne em bi pirsgirêkan re rûbirû ne. Niha jiyana me hatiye tarûmarkirin. Em perîşan bûne û tu nirx di destê me de nemaye."
 
‘Pirsgirêkên Tirkiyeyê naqedin’
 
Fatma Korkutan, destnîşan kir ku herî zêde jin û ciwan pirsgirêkan dijîn û wiha axivî: "Di malbatê de hemû kes bê kar in. Bêkarî bi taybetî li ser ciwan û jinan bandorê dike. Ciwanên me yên ku dibistan qedandine jî bêkar in. Ma qey ew ne guneh in. Her wiha li ser jinê jî zilmekê mezin heye. Ewqas zede pirsgirêkên Tirkiyê hene ku em çiqas bihêjmerîn jî naqede. Li şûna ku li hemberî pirsgirêkan bê girtin bêtir xelkê bi kaosê ve dibin."