Fatma debara xwe bi çandiniya zebzeyan dike

  • 09:02 4 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Fatma Çitîl ku li gundê Yiwacixa Çinara Amedê, nêzî 40 sal in bi karê çandiniyê re mijûl dibe û pê debara xwe dike. Fatma destnîşan kir ku karê ku em dikin zehmet e û got: "Karê me qet naqede û em heta êvarê dixebitin. Lê ez ji karê ku dikim hez dikim." 
 
Çandinî yek ji rêbazek berdewam kirina jiyanê ye. Di vê qadê de herî zêde jin cih digirin û bi çandiniyê re jî debara dikin. Gundê Yiwacixê ya girêdayî navçeya Çinara Amedê, di aliyê çandiniyê de xwedî axekî bi bereket e. Li ser vê axê gelek berhemên wekî balîcan, îsot, firîngî, kundir, zebeş, xiyar û hwd tê çandin. Gelek niştecihên gund bi karên baxçeyên ve bi mijûl dibin. 
 
Yek ji wan jinan jî Fatma Çitîl e (50). Fatma nêzî 40 sal in bi karên çandiniyê re mijûl dibe û ev şêwazê veguhestiye ji bo debara xwe. Fatma dora baxçeyê xwe xistiye sera gelek cûreyên zebze û fêkiyan çandiye. Fatmayê hem kêfxweşiya ji karê xwe hem jî zehmetiyên ku dijî ji ajansa me re anî ziman. 
 
‘Karê me qet naqede’
 
Fatmayê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê berê de li Bazara Taxa Jiyanê dixebitî û wiha got: “Ez demek dirêj li bazara taxa jiyanê xebitîm. Li wir jî berhemên gelek dihatin firotin û ecibandin. Lê piştî ku keça min pê re nexweşîna şekirê derket ez neçar mam ku ji wê karê derkevim. Bi vî awayî min jî li gund karê xwe re berdewam kir. Li vir hem karê sewalkariyê dikim hem jî karê çandiniyê. Jixwe piraniya kesên li gundê be bi wan karan ve eleqedar dibin. Ez serê sibehê 5’an de radibim. Ez destpêke sewalan xwedî dikim û piştre derbasî baxçeya xwe dibim. Karê me qet naqede. Heta êvarê em dixebitin."
 
'Piştî sebze dighijin em dest bi firotinê dikin' 
 
Fatmayê anî ziman ku wê gelek cûreyên sebzeyan diçîne û li ser sîparîşan dixebite. Fatma wiha berdewam kir: “Ev 3 meh in me dest bi karê baxçeyên xwe kiriye. Heta ku gir bibin û bigihêjin em kedek mezin didin. Piştî ku dighijin em hewl didin ku bifroşin. Baxçeya min ji aliyê gelek kesan ve tê nasîn hem ji gund hem jî derveyî bajêr sîparîş hene û yên ku dikarin salek din dîsa tên û digirin."
 
'Ziwayî bandorê li ser karê me kir'
 
Fatma bal kişand li ser zehmetiya karê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Helbet karê baxçeyê çiqas xweş be jî zehmetiyên wê jî hene. Ez ji bo hemû şitilek kedek didim. Gava me şitilan çandin naylon diavêjin ser. Ji bo ku em şitilên xwe ji hewayê sar biparêzin an jî ji toz û baranê biparêzin naylon dikin. Heke em naylon nexin ser di hewayên sar de biqerimin. Her wiha di nav şitilan de gelek giyayên biyanî jî şîn dibin. Ji bo wê jî hewce ye ku em her tim aşêf bikin. Îsal ji ber kêm barîna baranê bereketa zeviyên me jî kêm bû. Niha erdê me ziwa bûne. Lewra em mecbûr dimînin ku rojê 2-3 caran baxçeyên xwe av bidin. Mînak min duh êvarê baxçe av da, vê sibehê jî av da lê niha wekî me av neda ye xuya dike. Berê de me di navbera du rojan de av dida. Her wiha divê ava zêde jî ne dayin. Heke ava zêde bê dayin jî giş xirab dibin an jî ava kêm bê dayin giş hişk dibin. Yanî di karê baxçeyê de pîvanên lênerînê heye."
 
'Balîcana gundê me navdar e'
 
Fatma destnîşan kir ku herî zêde balîcana gundê wan navdar e çêkirina pêvajoya wê wiha got: "Balîcana vê dere navdar e. Em tovên balîcanan bi xwe datînin. Tovên me xwezayî ne. 40 sal in em wisa dikin û ji derve nagirin. Hemû sebzeyên xwe jî wisa dikin. Em balîcanan gava ku mezin û sor bûn wan jê dikin. Piştre wan dixin torbeyan. Di torbeyan de em wan dieciqînin. Dûvre em wan dixin teştên avê û ji bo demek wisa dihêlin. Nêzî dawiyê em wan radijin û hişk dikin. Piştre jî dirêjin. Em gûbre navêjin li ber şitilên xwe. Li zeviyan tê avêtin lê li baxçeyan naxin." 
 
Fatma got pandemî bandorê li qada çotkariyê jî kiriye û wiha pêde çû: "Em dikarin zêdetir biçînin lê ji ber qeyranê hem zêde nayê firotin hem jî gelek berhemên me di destê me de dimînin. Em dibin halê difiroşin lê hal komîsyon digire û ji me re tiştek namîne. Ji ber qeyranê em jî zehmetiyan dikşînin."
 
'Jin xwe di xwezayê de dibîne'
 
Fatmayê bilêv kir ku li gund herî zêde jin bi karên baxçeyê re bi mijûl in û destnîşan kir ku sedema wê yekê nêzikbûna jinê ya bi xwezayê re ye. Fatma, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî semera axê kêm bûye. Gerek tim paqij bibin û toz nekevin ser. Kedekî pir mezin ji bo wê hewce ye. Keda herî mezin ji destê jinê derbas dibe. Gundî tevahî karê çandiniyê dikin. Jin bêtir xwe nêzî karê wisa dikin. Ez ji karê xwe hez dikim. Nikarim betal bisekinim. Ji xeynî van du heb çêlekên min hene. Ez karê sewalkariyê jî dikim. Bi vî awayî hewil didim ku debara xwe bi awayekî pêk bînim."