Jinên ku karê çandiniyê dikin: Ji bo her tiştî ked pêwiste

  • 09:04 2 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
 
ÎDIR - Jinên ku her sal vê demsalê dest bi çandiniya bostan dikin, tov avêtin axê. Li Îdirê jinan dest bi çandiniyê kirin, jinan destnîşan kirin ku ji bo her tiştî ked pêwiste. 
 
Bi hatina biharê re ax ji xewa zivistanê şiyar bû, xweza zindî, dar kulîlk vedan. Her sal di vê demsalê de çandinî dest pê dike. Jin ji zûde ketin tevgerê û tovên xwe avêtin axê. Yek ji bajarên herêmê ku axa wê gelek dewlemende Îdire. Li Îdirê li gorî gelek deverê zûtir çandiniya bîstanan dest pê dike. Li gundê Yukari Çamurlu ya navçeya Aralik a Îdîrê jinan dest bi çandiniyê kirin.
 
‘Em li gorî hewcedariya xwe diçînin’
 
Jina bi navê Bedîha Alagoz ya 63 salî destnîşan kir ku her sal bîstan diçîne û got: “Axa me dewlemend e. Gelek fêkî û sebze lê digihêjin. Em her sal ji berhemên xwe tov vedişêrin û sala pêş davêjin. Her kes li gorî hewcedariyên xwe diçîne. Her malbat diçîne. Gund bi sewalkariyê debara xwe dike. Ji ber vê sebze li gorî xwe diçînin. Zêde be jî em didin cîranan.”
 
‘Berhemên tên firotin me nexweş dike’
 
Bedîhayê diyar kir ku çandina bostan zehmete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez rojê carekê diçim bostan. Di meha cotmehê de du caran tê kolandin. Dema bê kolan ax nû dibe. Ez hefteyê carekê bostan av didim. Îsal ez îsot, balcan, firingî, bamya, fasule, kundir, pîvazan diçînim. Bê hormon in. Tiştên em dikirin me nexweş dike. Em sebzeyên xwe yên zivistanê jî derdixin.”
 
‘Ji bo her tiştî ked pêwiste’
 
Gulîstan Alagoz jî derbarê çandiniya bostanan de axivî û bi lêv kir ku barê giran li ser milê jinê ye û ev tişt anî ziman: “Jin li sewalan dinêrin, karê malê dikin, diçin zozanan û bîstan diçînin. Bavê min 10 donim erd dikir bostan. Me mehekê dikola. Ez niha li gorî xwe diçînim. Karekî zehmete. Dema berhem zêde difroşim. Didim cîranên xwe. Lêçûna bîstan tune. Her tişt kedê dixwaze. Ked tunebe beramberê wê jî tune.”