Karkerên tekstîlê yên heqdestên wan nehat dayin dev ji kar berdan

  • 15:44 29 Adar 2021
  • Ked/Aborî
MÊRSÎN - Karkerên tekstîlê yên ku ji ber heqdestên wan nehat dayin ev çar roj in dev ji kar berdane û çalakiyê li dar dixin dan zanîn ku heta ew heqê xwe bigirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.  
 
Karkerên li tekstîleke li Herêma Sanayiya Serbest a Mêrsînê dixebitin hem ji ber sigorta wan nayê razan hem jî heqdestên wan nayên dayin dev ji kar berdan û dest bi çalakiyê kirin. Tevî ku kesê kar dide ba polîsan kir jî karker çalakiya xwe didomînin. Karkeran diyar kirin ku heta şerdên wan ên kar bên başkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Sekna karkeran a li ber atolyeya tekstîlê didome.