Karkerên tekstîlê yên heqdestên wan nehat dayin dev ji kar berdan 2021-03-29 15:44:15   MÊRSÎN - Karkerên tekstîlê yên ku ji ber heqdestên wan nehat dayin ev çar roj in dev ji kar berdane û çalakiyê li dar dixin dan zanîn ku heta ew heqê xwe bigirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.     Karkerên li tekstîleke li Herêma Sanayiya Serbest a Mêrsînê dixebitin hem ji ber sigorta wan nayê razan hem jî heqdestên wan nayên dayin dev ji kar berdan û dest bi çalakiyê kirin. Tevî ku kesê kar dide ba polîsan kir jî karker çalakiya xwe didomînin. Karkeran diyar kirin ku heta şerdên wan ên kar bên başkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.    Sekna karkeran a li ber atolyeya tekstîlê didome.