'Ji ber qeyrana aboriyê em dikanên xwe digirin'

  • 09:11 31 Çile 2021
  • Ked/Aborî
ENEQERE - Tîjen Taki 17 sale li Kelehê dukana wê ya alavên diyariyê heye. Tîjenê got ji ber krîza aborî ji du dukanên xwe yek girtiye û 4 xebatkar jî ji kar derxistiye. Tîjenê wiha got: “Dibêjin xwe bijdînin, gelo em ê heta ku xwe bijdînin. Em êdî nikarin hewcedariyên jiyanê yên asgarî jî peyda bikin. Em kaxiz û pênûsê digirin destê xwe di alî matematîkê de em jê dernakevin.”
 
Li Keleha Enqereyê ya Dîrokî ku yek ji cihên herî girîng ya turîstan e, esnaf, ji ber krîza aborî zor û zehmetiyê dikşînin. Bi taybet ji ber pandemiyê kar sekinîne, esnaf nikarin deynê xwe bidin, berhem bigirin û ji ber vê jî dukanên xwe digirin. Di hefteyên borî de hikûmetê ji bo esnafan 1000 TL alîkarî aşkera kir. Lê ensafên ku ev jî negirtine hene. Esnaf yek bi yek dukanan digirin. Hefteya borî kesekî esnaf ji ber nikaribû deynê xwe bide, ji bedenên kelehê xwe avêt û jiyana xwe ji dest da.
 
‘Min dukanek xwe girt’
 
Tîjen Kati 25 sal in esnaf e û 17 sal in li kelehê dukana wê ya alavên diyariyê heye. Tîjenê wiha got: “Rewş her sal hinek din xerabtir dibe. Bi taybet ev 4 sale pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Ligel vê pandemiyê karê me zehmetir kir. Krîzek cidî heye. Bi pandemiyê re krîz mezin bû. Dema min ev dukan nû vekir, min bi 7 xebatkaran mexaza xwe dida şixulandin. Lê min yek ji ber neçariyê girt. Ez niha tenê dixebitim. Ji ber derfeta min ya ku ez mûçeyê asgarî bidim û sîgortê çêbikim tune. Ji ber vê ez tenê dixebitim. Her çû ez biçûk bûm, tenê mam. Hinek din jî biçûk bim wê mexaze bê girtin.”
 
‘Min kredî negirt’
 
Tîjenê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Esnaf hatina mezin ji turîstan pêde dike. Kêmbûna turîstan tê wateya pirsgirêkan. Ji ber pandemiyê di turîzmê de pirsgirêk hene. Bi rawestîna aboriyê re hilberîner jî nikarin hilberînê bikin. Çi di depoyên wan de hebin dixwazin biqedînin. Ji ber nikarin pereyên xwe bigirin hilberînê nakin û ber bi biçûkbûnê ve diçin. Tiştên wek avantaj pêşniyar dikin jî hemû şûnde tên girtin. Kredî piştre bi faîz tên razandin. Ev mijarek cidî ye. Min teşwîqên dewletê negirtin. Min li şûna wê dukana xwe girt. Ji xwe esnaf qezenc nake. Gelo wê bi faîzê çawa krediyê bide.  Dewletê ji bo me hîbe nekir. Di demên ewil yên pandemiyê de dukana min 4 mehan girtî ma. Em her roj pirsgirêkên cuda dijîn.”
 
‘Hewl didin hewcedariyên xwe yên asgarî peyda bikin’
 
Tîjenê bi lêv kir ku ji ber krîzê, berê xwe daye qedên cuda ku pere qezenc bike û ev tişt daxuyand: “Em debara malbatê dikin. Lêçûnên me hene. Em ji bo vê têdikoşin. Dibe ku ji ber hinek tiştên ku jiyana modern daye me, em zêde bikarhênerin lê hinek lêçûnên me yên asgarî hene. Wisa biçe wê esnafên biçûk nemînin. Du meh berê lêçûnên marketê 700-800 TL bû lê niha bûye 1200 TL. Ev jî tê wateya ji sedî 30 zemê. Em êdî bêzar bûne. Divê hikûmet pirsgirêkên gel bibîne.”
 
‘Em ê bi kê bawer bikin’
 
Nehîr Yilmaz ya li Kelehê mexazeya wê ya cil û bergên otantîk heye, cil û bergan bi kumaşên digire ew çêdike. Nehîrê jî bertek nîşanê rewşê da û destnîşan kir ku beriya pandemiyê muşteriyên wan hebûn lê niha kes ji malên xwe dernakeve û wiha pê de çû: “Jin ji malê dernakevin. Zarok li malê ne. Bêguman qezenca me jî sekinî. Ewilî wek hobî dest bi vî karî kir. Lê ez niha nikarim ji nav derkevim. Em di alî aborî de qet ne baş in.Gelek karê divê ez bikim heye lê ez nizanim ji ku dest pê bikim. Nezelaliyek heye. Em ê bi kê bawer bikin. Tu piştgirî tune. Di meha nîsanê de bac taloq kirin çi bû?Di mijdarê de dîsa bi faîz girtin. Min kredî kişand lê ez nikarim bidim. Em ê bi çi bidin. Xizanî li her derê belav bû. Mûçeyê min yê teqawîtbûnê tunebe em jî tune ne. Wisa biçe wê hîn bêtir xera bibe.”