'Bi rihê komînal kar û xebatên me bi rê ve diçin'

  • 09:10 28 Çile 2021
  • Ked/Aborî
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya navçeya Tirbespiyê Gûlçîn Abdullah Osman, kar û xebatên kooperatîfa jinê ya çandiniyê nirxand. Gulçînê wiha got: "Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re me bi destên xwe kar û xebatên aborî û kooperatifê meşand. Bi rihê komînal kar û xebatên me bi rê ve diçin "
 
Jin bi destên xwe yên kedkar rih dide axê. Bi rêya axê gelek berhemên demsalê diçîne û sûdê jê digire. Ji aliyekî jî debara xwe bi vê yekê dikin. Di warê debarê de hewildana jinê ya hêja heye. Yek ji hewildana berbiçav a di warê debarê de rêxistina Abariya Jinê ya bi Şoreşa Rojava pêş ketiye. Aboriya Jinê li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin. Gelek kooperatîfên çandiniyê jî hatin avakirin. 
 
Li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê Kooperatîfa Çandiniyê ya Aboriya Jinê di sala 2014'an de hatiye avakirin. Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya navçeya Tirbespiyê Gûlçîn Abdullah Osman behsa kar û xebatên kooperatîfa çandiniyê kir.
 
'Bi rihê komînal kar û xebatên me bi rê ve diçin'
 
Gûlçînê di destpêkê de behsa kooperatîfê kir û wiha got:"Kooperatîfa me bi jinan hatiye avakirin. Em li gor hejmarê, rêveberiya kooperatîfê diyar dikin. Rêveberiya Kooperatîfan jî ji sê kesan pêk tê. Me li navçeya Tirbespiyê karê kooperatîfê di sala 2014'an de bi rêxistin kir. Di karê kooperatîfê de ferq û cudahî nîne hemû kes wek hev kar dike û bi rihê komînal kar û xebatên me bi rêve diçin."
 
'Li Tirbespiyê du kooperatifên çandiniyê hene'
 
Gûlçînê diyar kir ku du kooperatîfên jinê yên çandiniyê li navçeya Tirbespiyê heye û wiha domand: "Li navçeya Tirbespiyê du kooperatîfên jinê yê çandiniyê hene. Ya yekem ya şînkahiyê ye, ya duyem jî ya genim, nok, ceh, kemûn û kizbere ne. Li her du kooperatîfan jî bi giştî 32 jin kar û xebatê didin meşandin. Di kooperatîfa genim, nok, ceh û kemûnan de 24 jin kar dikin û di ya şînkahiyan de jî 8 jin kar û xebatên xwe dimeşînin. Erdê genim û hwd. 960 donim in ê şînkahiyan jî  20 donim in."
 
'Jin girêdayî axê ye'
 
Gûlçînê bal kişand ser kar û xebatên Aboriya Jinê ya bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û wiha dirêjî da gotina xwe: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, em nedikaribûn derkevin ber dêrî. Dema ku me kar jî dikir em ji xelkê re dixebitîn û ez bi xwe jî diçûm min pembo kom dikir, lê miqdarek pir kêm heqdestê me didan me, ev yek jî ji me re zehmet dihat. Lê piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, me bi xwe bi destê xwe kar û xebatê aboriyê dimeşand, her ku me berhemê xwe didît eşqek mezin ji kar û xebatê re çêdibû. Dema jin bi aqlê xwe kar û xebatê dimeşîne gelek serkeftinên mezin bi dest dixe. Jin ji mêr zêdetir girêdayî ax û şînkahiyê ye, ev yek jî dihêle ku sûda me ya ji erd zêdetir be."
 
'Li gor her demsalekê çandinî çêdibe'
 
Gûlçînê diyar kir ku her demsalekê tiştek tên çandin û wiha pê de çû: "Em li gor demsalan tiştan diçînin. Beriya ku baran bibare em erd cot dikin û rast dikin. Di demsala payizê de genim û ceh tên çandin. Piştî genim û ceh nok tên çandin. Meha kanûnê sîr tên çandin. Di destpêka çileyê de kizbere û nok tên çandin. Piştî ku em sîr kom dikin, di dawiya meha sibatê de  pîvaz û kemûn tên çandin. Şînkahî jî wê heyva nîsanê were çandin. Her demsalekê em berhemê xwe kom dikin û dibin bazaran û em bi destên xwe difroşin."
 
'Jin bi axê ve girêdayî ye'
 
Gûlçînê da zanîn ku ew berhemên xwe bi rêjeyek kêm difroşin da ku feyde bidin civaka xwe û wiha bi dawî kir:"Dema mirov ewil car kar û xebatê dimeşîne kêmek tirs dijî, lê bi demê re mirov tecrûbe digire, kar jî wek avê diherike. Mirov ji derve de mêze dike karê kooperatîfê zehmet tê, bi taybet civak matmayî dimîne ku jin çawa karê kooperatîfê bi rê ve dibin. Heta dema em berhemên xwe li bazaran difroşin ji herkesî re cuda tê. Her wiha em berhemên xwe li bazaran bi rêjeyek kêm difroşin, ji bo em feyde bidin civaka xwe. Em pereyê berhemên xwe jî di nava xwe de dabeş dikin. Di kooperatîfê de tiştê herî xweş ew e ku tu bi keda destê xwe pereyê xwe qezenç dike. Divê her jinek xwedî aboriya xwe be. Em mêze bikin, jinek di mala xwe de rûne jî ger pêşiya mala wê ax hebe, yekser tiştan diçîne û jê sûd werdigire. Jin bi axê ve girêdayî ye, loma ji karê axê pir hez dike."