Konê berxwedanê niha jî li dijî Kod-29'ê hat avakirin

  • 11:12 26 Çile 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL - Dîlbent Turker, di pêvajoya pandemiyê de bi hinceta Kod-29 ji kar hat derxistin. Dîlbent, diyar kir ku karsaz li hemberî karkeran di vê pêvajoyê de bêtir Kod-29 bikar tîne û got: "Kod-29 li hemberî kesên ku endamên sendîkayê ne û kesên ku li dijî heqeratan derdikevin tê pratîzekirin. Em ê li dijî Kod-29'ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde mafê kedkar û karkeran hat binpêkirin. Kanûnên ku hatîn derxistin û pakêtên ku hatin aşkerakirin tenê feydeyê da karsaz û sermayedaran. Ji ber polîtîkayên ku hatîn meşandin li welat hejmara xizaniyê her roja ku derbas bû zêde bû. Ji kar derxistin û destûra bê pere bêtir welatiyan xist nav zehmetiyan. Bi "Destûra bê pere" karker ji qadên kar hatin dûrxistin. Karsaz hemû qeyranên pêvajoyê ji xwe re kirin firsend. Niha jî qanûna bi navê Kod-29 ango xala 25/2 tê pratîzekirin. Bi vê qanûnê “Kesên ku li dijî ehlaq û niyeta baş derketibe" dikarin ji kar bê derxistin û peymana wan dikare bê betalkirin. Kesên ku bi hinceta Kod-29 hatibin derxistin nikarin tazmînatê bigirin û nikarin pereyê bêkariyê bigirin. Her wiha ev biryar di dosyayên wan de tê qeydkirin. 
 
Kesên ku bi hinceta Kod-29 hatine derxistin piraniya wan sendîkayî ne û her wiha kesên ku li dijî pergalê derketine. Karkera Sînbo yê Dîlbend Turker li dijî derxistina destûra bêpere nêzî mehek e kon veda û çalakî li dar xist. Dîlbent bi berxwedana xwe carek din dest bi kar kir. Lê belê rojên borî bi hinceta Kod-29 ji kar hat derxistin. Dîlbent derbarê rewşa xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Mobbîng û zext dom kir' 
 
Dîlbent, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vegera ser karê xwe û got: "Li dijî 'destûra bê pere' min çalakiyek da destpêkirin û ez bi çalakiyê carek din vegeriyam ser karê xwe. Piştî ku ez hatim ser kar min ji karkên din îzole kirin. Her wiha li hemberî endamên sendîkayê jî heman tişt hatin kirin. Ji roja ku me dest bi kar kir heta îro em bi mobbîng, zext û tacizê re rûbirû man. Em li gorî mafê xwe tevgeriyan. Me dizanî ku rojek serkar dê xala 25/2 pratîze bike." 
 
‘Niha jî xala 25/2’yan tê pratîzekirin' 
 
Dîlbent, da zanîn ku bi taybetî êrîşê endamên sendîkayê tên kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber ku ez sendîkayî bûm heqaretê li min dikirin. Dema ku ez li dijî wan heqaretan deketim, ez hatim sûcdarkirin. Kesên ku heqaretê li min kir mirovên rêveberiya kargehê bûn. Min derbarê mijarê de giliyên xwe kir. Lê rêveberî li şûna ku min guhdar bike min sûcdar kir û xala 25/2 pratîze kir. Ez ji kar hatim derxistin."
 
'Ez ê berxwedana xwe bidomînim'
 
Dîlbent, diyar kir ku ji ber pandemiyê derxistina karkeran bi qanûnan hatiye qedexekirin û wiha mijar şîrove kir: "Derxistina karkeran ji kar qedexeye lê belê bi Kod-29 rihetî karker ji kar tên derxistin. Bi taybetî ji bo kesên ku li hemberî şert û mercên kar derdikevin an jî endamên sendîkayê ne tê pratîzekirin. Em li dijî wê qanûnê li ber xwe didin. Em dibêjin divê ev xal ji holê bê rakirin. Ji ber ku ev tişt di dosyayên karkeran de tê qeydkirin û nikarin di karek din de bixebitin. Her wiha karker nikarin tezmînatê bigirin û nikarin pereyê bêkariyê bigirin. Rêveberiya Sînboyê berxwedana me hezm nekir û ji ber vê nêzîkatiyek wisa nîşan da. Lê em ê li dijî vê yekê berxwedana xwe bidomînin." 
 
'Bi heqaretan re rûbirû dimînin'
 
Dîlbent, daxuyand ku li fabrîkayan bêtir jin dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cihên ku em dixebitin komîteyên jinan hene û em car caran tên cem hev û nîqaşan dikin û li ser pirsgirêkên xwe disekînin. Ji ber vê sedemê em bi mudaxaleyan re rûbirû dimînin. Rêveriya Sînbo yê bi helwesta xwe dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan da. Li hemberî jinê bêtir zext heye û dema ku jin mûçeyên dixwazin bi heqaretan re rûbirû dimînin. Bi taybetî jinên navsalî digirin kar ji bo ku zêdetir bidin şixulandin." 
 
'Divê karker bi hev re têbikoşîn'
 
Dîlbent, di dawiya axaftina xwe de bal kişand wan mijaran: "Di nava kar de dixwazin jinê ji hevdû cuda bikin. Her wiha bi taybetî jî ne dixwestin ez bi jinan re têkiliyê daynîm. Rewşa me ya aboriyê diyar e. Em xizan in. Em tiştek naxwazin em tenê mafê xwe dixwazin. Me çawa ji bo heqdestekî baş têkoşînek da em ê ji bo rakirina  Kod-29’ê jî têbikoşin. Li Tirkiyeyê li hemberî karkeran her tim êrişêk hebû. Lê divê karker bi hev re têbikoşin. Her wiha derbarê mijarê de ez ê serlêdana sûc bikim."