‘Em ê li dijî binpêkirina kedê têkoşîna jinê mezin bikin’

  • 09:05 25 Çile 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê berpirs, Şaziye Kose, diyar kir ku yên ku herî zêde ji krîzan bi bandor dibin jin in û banga têkoşînê li jinan kir.
 
Krîza aborî, krîza vîrusê, betalî giran kir û aboriya malbatan her diçe dikeve û xizaniyê bixwe re tîne.Tevî bangên rêxistinên ked û pîşeyî, desthilatdarî çav û guhê xwe digire û zem li ser zemê tê kirin, betalî û xizanî zêde dibe, saetên xebatê zêde dibin. Ji ber van polîtÎkayan jî kedkarên di nav deyn de dimînin serî li întîxarê didin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di rojên borî de ji bo pirsgirêkên li qada kar û kedê di çarçoveya ‘hevdîtina kar û nan’ de li Amedê çû serdana karkeran. Heyeta HDP’ê hedef dike ku bajar bi bajar bigere karker û kedkaran ziyaret bike.
 
Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirs, Şaziye Kose ya di heyetê de cih digire der barê rojeva kar û kedê de nirxandin kir.
 
‘Perdeyên li ser derewan rabûn’
 
Şaziyeyê diyar kir ku gelên cîhanê bi salane bi pirsgirêkên ku pergala kapîtalîst afirandiye re tên rû hev û ev pirgirêkên heyî bi pandemiyê re baştir derketin holê. Şaziyeyê ev tişt vegot: “Krîza aborî ya dihat jiyîn bi pandemiyê re bandorek giran li ser jiyana kakeran kir. Bi krîza pandemiyê re, me bi awayekî zelal dît ku çîrok û derewên heta niha hatine kirin ne rastin. Yanî perdeya li ser derewan rabû.Rastiyan xwe nîşan da. Ji ber di krîzên hatin ferzkirin, gel pê re rû bi rû hatin hiştin. Desthilatdariya çareseriyek pêk neanî gel terkî mirinê kir. Me wek HDP’ê got ku ji bilî hilberîna xizmet û mal ya ferzkirî divê hilberîn bê sekinandin, pêkanîna destura bi pere û dahatuya hemû xebatkaran bikeve bin ewlehiyê. Lê desthiltdariyê berovajî vê pakêtên ku piştgiriyê didin sermayê derxistin. Tu par nedan karker û kedkaran.”
 
‘Betaliya jinê derketiya asta herî jor’
 
Şaziyeyê bi lêv kir ku yên herî zêde ji krîzan bi bandor dibin jin in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin wek heza kar a erzan tên dîtin. Her wiha yên ewil ji kar tên avêtin jin in. Niha betaliya jinan gihiştiye asta jor. Bi nezelalbûna saetên kar re barê giran ket ser milê jinan. Ji ber vê em di xebatên xwe de girîngiyê didin jinan û em ê li dijî binpêkirina keda jinê têkoşînê bilind .”
 
‘Em tiştên ku gel dijîn baş fêm dikin’
 
Şaziyeyê destnîşan kir ku partiya wê li dijî pirsgirêkên kada kar û kedê stargeha ‘hevdîtinên kar û xurekê’ dane destpêkirin û got: “Em wek HDP'ê  ji gel ne cuda ne, ne qutkirî ne. Em wisa ji jor ve nanêrin. Em gel bixwe ne. Ji ber vê jî em tiştên ku gel dijîn baş fêm dikin û em jî dijîn. Em çi bikin em bi gel re dikin, em têbikoşin jî em ji bo xwe têdikoşin. Me ‘hevdîtinên kar û nan’ plan kir. Me starta wê li Amedê da. Ji ber Amed jî yek ji cihên ku betalî lê zêde bûye ye. Em ê dema pêş kampanyayekê bidin destpêkirin.Em dizanin ku em ne bêçare ne. Em wek desthilatdariyê nabêjin ‘em çi bidin we, pereyê me tune ye’. Em dizanin ku desthilatdarî pere li ku xerc dike û ew pere diçin ku derê. Em dixwazin ku pere li cihê baş bê xerckirin. Ji bo vê em ê bi karker, kedkar, jin û ciwanan re têbikoşin.”
 
‘Gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne’
 
Şaziyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne û got tecrîd û binpêkirina ku berê li bajarên herêmê pêk dihatin niha li ser hemû gelan pêk tê û wiha dawî lê anî: “Yên ku herî zêde tên tecrîdkirin jî karkerin. Beyî kar tên hiştin û piştgirî nayên dayîn. Hedefa me ev e ku em pisgirêkan bi giştî di dema pêş de wek sernav bigirin rojeva xwe, nîqaş bikin û bigihêjin encamê.”