'Dema jin bixwazin dikarin her tiştî bikin'

  • 09:02 22 Çile 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Jiyana Narincê wekî bi hezaran jinên kurd di nava têkoşînê de derbas bûye. Hevjinê wê girtiye û kurê wê jî di dema qedexeyên li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo Narincê tişta herî girîng li piyan mayîn e û got: "Dema jin bixwaze dikare li dijî her cûreyên zextan rawest e."
 
Ligel her cureyên zextan jin dîsa jî rêbazek dibîne û li ser piyên xwe disekine. Aliyek zextên dewletê, aliyek zextên jiyanê û aliyek jî zextên civakê ji bo gelek jinan bûye sedema têkoşînê. Ji bo Narinc Beyret a 45 salî jî wisa bû. Li dijî her cureyên zextan û êş û xeman her tim li ser piyan maye. Narinc li Nisebîna Mêrdînê dijî û ji ajansa me re behsa jiyana xwe kir. 
 
Narinc, piştî ku dizewice di demek kurt de hevjînê wê tê girtin 36 sal ceza tê dayîn û hevjînê wê 28 sal in di girtîgehê de ye. Narinc hem jî bo kurê xwe û hem jî ji bo hevjînê xwe yê girtî xwedî bike di karên cuda de dixebite. Narinc dem demî ji bo karkeriya demsalî jî berê xwe dide metrepolên Tirkiyeyê.
 
Kurê Narincê di pêvajoya qedexeya derketina li derve ya li Nisêbînê de di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dide. Di heman demê de jî xaniyê Narincê jî tê hilweşandin. Jiyana wê ji destpêke heta îro bi têkoşînê derbas dibe. Narinc êdî bi tena serê xwe dimîne û sal li pey hev derbas dibin, êdî nexweşiyên cuda cuda lê peyda dibin û jiyan ji bo wê bêtir zehmet dibe. Narinc êdî ne dikarî debara xwe bike û diviya rêbazek din bidîta. 
 
'Dema jin bixweze dikare her tiştî bike'
 
Narinc di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Jiyana min her tim bi têkoşînê re derbas bû. Heke jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Ji ber ku jin bi hêz in. Bi taybet di van demên dawî de karên ku min dikir ne hesan bû lê min dikir. Ev tişt hêz dida min û ez pê kêyfxweş dibûm. Bi salan min karên demsalî û karê çandiniyê kir. Lê niha ji ber ku ez nexweşim nikarim bikim. Ez niha ji bo debara xwe kefî, şutik, patik û sicadeyan çêdikim."
 
'Her kes ji ber qeyranê perîşan bûye'
 
Narinc, diyar kir ku her sala ku derbas dibe pirsgirêkên cuda derdikevin holê û wiha axivî: "Niha li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê heye. Her kes pê perîşan bûye. Her kes ketiye nava fikaran. Êdî ez jî nikarim debara xwe bikim û alîkariyê bidim hevjînê xwe û pere ji girtîgehê re bişînim. Malbata min alîkariyê dide lê dê heta kengê. Tiştên ku ez çêdikim jî baş nayên firotin jî. Ligel ew qas êşa ku hatî kişandin ez nih li hemberî qeyrana aboriyê têdikoşim. Ev rewşek pir ne baş e."