Tenduristvan çalakiya rûniştinê li dar xistin

  • 16:13 21 Çile 2021
  • Ked/Aborî
AMED - Kedkarên tenduristiyê ku têkildarî pirsgirêkên xwe li pêş Nexweşxaneya Zarokan a Amedê kom bûn, Wezareta Tenduristiyê protesto kirin.
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê bi daxwaza başkirina aborî û şertên xebatê yên kedkarên tenduristiyê, li pêş Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê çalakiya rûniştinê li dar xist. Kedkarên tenduristiyê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Mûçeyê me têra zûhakirina xwedana me nake” vekirin û bi deqîqeyek lêdana çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin.
 
Kedkarên tenduristiyê yên ku dowîzên “Bi çepikan zikê me têr nabe”, “Ji bertîlê re na” û “Ji bo ku weke mirovan bijîn, dixwazin weke mirovan bixebitin” hilgirtin û ji bo zema kêm ku li mûçeyên wan hatiye kirin çalakiya rûniştinê li dar xistin û protesto kirin.