Esnafên Silopiyê: Bêrîka me vala ye

  • 09:03 17 Çile 2021
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX -  Esnafên  jin ên Silopiyê, bal kişandin ser qeyrana aboriyê û gotin: "Ne bi pandemiyê re demek dirêj e li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê heye. Lê hikûmet pandemiyê dike hincet. Niha berîka me vala ye, dewlet jî li hemberî rewşa welatiyan ker û lal e."
 
Bi belavbûna şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ve li Tirkiyê qeyrana aboriyê roj bi roj kurtir dibe. Buhabûna tiştan, bêkarî, girtina kargehan, destûra bêpere û muçeyên kêm li ser welatiyan bandorekî mezin dike. Êdî welatî nikarin rojane debara xwe bikin. Esnafên Silopiyê ya Şirnexê ji qeyrena aborî bi gazincin, nikarin fatureyên xwe yên mehane bidin û nikarin debara mala xwe bikin. Derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Dema qedexe îlan dikin bila piştgiriyê jî bidin esnafan' 
 
Esnafa jin a bi navê Şûkran Yasak, anî ziman ku ji xwe beriya pandemiyê ji li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê hebû û got: “Piştî pandemiyê kar nema. Tu qezenca me tuneye. Em nikarin kirêya xanî û fatûrayên xwe bidin. Beriya pandemiyê her çi qas rewş xirapbû jî me dîsa debara xwe dikir. Lê niha rewş ew qas xirabe ku em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin tu tiştî bifroşin. Em her tim zirarê dikin. Em nikarin fatûrayên xwe bidin. Ji ber pandemiyê dawiya hefteyê qedexe tê îlankirin. Ji ber vê yekê rewş xiraptir dibe. Qezenca me niha gelek kêm bûye. Tiştên ku em dikirin gelek bûha bûne. Em nikarin ji bo dikana xwe tu tiştî bikirin. Hema bêjin ji sedî sed zam hatiye ser hemû tiştan. Em nikarin debara xwe bikin. Ez hem kirêya vê xaniyê û hem jî ya xaniyên xwe didim. Lê ji ber qezenca min nabe nikarin bidim. Ez nikarim biçim bazarê ji bo malê tiştan bikirin. Berîka me vala ye. Hikûmet tu gavê ji bo esnafan navêje. Pirsgirêka esnafan piştgûh dikin. Divê hikûmet piştgiriyê bide esnafan. Qedexeyan îlan dikin bila piştgiriyekî jî bidin esnafan. Daxwaziya me ew e ku ji vî krîzê re çareseriyek bibînin.”
 
‘Dewletê pandemî kir hincet' 
 
Esnafa bi navê Xemê Akiş jî destnîşan kir ku qeyrana aboriyê bandorekî mezin li ser esnafan dike û wiha anî ziman: “Ev qeyran bandorê ser me û civakê dike. Tiştên ku me berê  5 tl yan dikirî niha bûye sê qatên wê. Di  hêla aboriyê de rastî jî rewşa civak û esnafan ne baş e. Em roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçin. Ji ber vî yekê em nikarin kirêya malê, fatûre û danûstandina malê bikin. Beriya pandemiyê ji xwe qeyrana aboriyê hebû, lê niha pandemiyê dike hincet û dibêjin ev rewş ji ber pandemiyê wisa ye. Lê belê em baş dizanin ku ev qeyran ne niha demeke dirêje heye. Em êdî nikarin danûstandinê bikin. Dolar çi qas bilind dibe li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê kûr dibe. Ji ber pandemiyê dawiya hefteyê qedexe tê îlankirin û em nikarin dikanên xwe vekin. Her wiha qumaşên ku em niha dikirin berê erzantir bû, niha gelek bûha bûye. Ji ber vî jî em mûşteriyên xwe winda dikin. Ji bo rewşa esnafan tu gav nayên avêtin û piştgirî nayê dayîn. Daxwaziya me ew e ku çareseriyek bê dîtin. Ev qeyrana aboriyê bi taybetî bandorê li esnafên jin dike." 
 
‘Dewlet li hemberî qeyrana aboriyê ker û lal e' 
 
Esnafa bi navê Besna Aydinlik jî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa esnafên jin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em debara xwe bi zor û zehmet dikin. Em nikarin kirêya mala xwe bidin û deynê xwe bidin. Beriya pandemiyê hinek be jî rewşa me başbû, lê belê bi destpêkirina pandemiyê re em ketin zirarê. Ev nêzî saleke min ev der vekir, lê qezenca min çênabe. Li malê tenê ez dixebitim û 3 zarokên min jî hene. Debara malê li ser milê min e. Beriya pandemiyê dawet çêdibûn û ji ber vî yekê jî jin dihatin ji xwe re fîstan didirûtin. Niha ji ber dawet jî nîne kes nayê. Em nikarin di bin deynan derkevin. Hevjînê min jî ji ber kar tuneye naxebite. Di vî krîzê de debara xwe nikarim bikin. Li gelek cihan deynên min hene ez nikarim bidim. Fatûraya telefona min hatiye ez nikarim bidim. Ji ber ku pereyê min tuneye. Ez bi zorê ji bo malê danûstandinê dikim. Em wek jin zêdetir zehmetiyan dibînin. Em jin hem li hember qeyrana aboriyê û hem jî li hember zextên civakê li ber xwe didin. Hikûmet piştgiriyê nade esnafan. Dewlet ker û lal e. Pandemiyê wek hincet nîşan didin û bêdeng in.”
 
‘Ev qeyran bi salane heye’
 
Esnafa bi navê Fehîme Saruhan diyar kir ku li Tirkiyeyê bi dehan sal in qeyrana aboriyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye her tim bi qeyrana aboriyê tê rojevê. Tirkiye îro sedema qeyrana aboriyê pandemiyê nîşan dide. Lê belê ev ne girêdayî koronayê ye. Ev qeyran bi sala ne heye. Tirkiye diravan ji bo şer û pevçûnan bikar tîne. Dahata gel di şer de tê bikar anîn. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê tê jiyîn. Şûna ku diran ji bo gel bê bikar anîn, ji bo şer tê bikar anîn. Ev qeyran ne bi tenê qeyrana salekî ye. Ger Tirkiye ew diravan ji bo gelê xwe bikar bianiya, ev pandemî 5 salan jî berdewam bikira dê bandorê nekira. Lê korona ne sedema qeyranê ye. Ji ber qeyrana aboriyê em niha nikarin debara mala xwe bikin. Em îro ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin. Her roj ji ber koronayê qedexe tê îlan kirin, dewlet koronayê ji xwe re wek lûtifekî dîtiye û xwe li ser nigan digire. Bila hikûmet vî qeyrana aboriyê qebûl bike. Em nikarin danûstandina mala xwe bikin. Divê dewlet ji vî rewşê re çareseriyek bibîne û piştgiriyê bide esnafan."
 
‘Qeyrana aboriyê bandorê jinê  kir’
 
Fehîme, got ev qeyrana aboriyê taybetî bandorê jinê kiriye û axivî: “Bila dewlet ji vî pirsgirêka qeyrana aboriyê re çareseriyek bibînin. Hikûmet tunebûn û feqîriyê nizane. Bila bikevin nav civakê, daxwaz û fikrên gel bigirin dest. Ev qeyrana aboriyê de zêde bandorê me jinan dike. Jin ji xwe di nav jiyanê de hedef hatiye girtin. Lê niha jî di hêla aboriyê de pirsgirêkan dijîn. Jinên esnaf ji bo piştgiriyê bidin malbatên xwe dixebitin. Daxwaziya me bi tenê ew e ku ji qeyrana aboriyê re demek nêz de çareseriyek bê dîtin û civakê ji vî rewşê xilas bikin.”