Kedkarên tenduristiyê: Em heqdesta hejariyê naxwazin

  • 15:26 14 Çile 2021
  • Ked/Aborî
AMED - Şaxa (SES) a Amedê, li ber Nexweşxaneya Zayînê ya Amedê, derbarê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê de daxuyanî da û got: "Ji destpêka şewbê de daxwazên me nayên qebûlkirin. Biryara zemê ya ji sedî 3’ê ya hikûmetê jî nayê qebûlkirin." 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, li ber Nexweşxaneya Zayînê ya Amedê daxuyanî derbarê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de kedkarên tenduristiyê pankarta “Mûçeyê me têra ziwakirina xwêdana me nake” daleqandin û dowîzên mîna “Herkes rehet dibe em ditengijin” , “Em heqdesta hejariyê naxwazin” û “Dîsa em hatin jibîrkirin” hildan. 
 
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 10 meh in daxwazên kedkarên tenduristiyê ku bi şewbê têdikoşin nayên qebûlkirin û wiha got: “Bi sendîkayên alîgirên hikûmetê re zema ji sedî 3’ê ya hejariyê hat kirin. Desthilata ku nikaribû pêvajoya şewbê bi rê ve bibe, niha jî dixwaze bi ser derziyê de deriyekî nû yê rantê veke. Ez meheke kesên perê wan hene û dewlemend derzî dibin.”
 
Piştî daxuyaniyê de kedkaran bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin.