'Demsala çêkirina benî û bastîqê bi keda jinê zindî dibe'

  • 09:01 18 Kanûn 2020
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Şikriye Mihemed têkildarî çêkirina benî û bastîqê da zanîn ku ev 12 sal in ew benî û bastîqê çêdike û wiha got:"Çêkirina benî û bastîqê çandek e. Çand bi destên jinê hatiye avakirin. Lewra jinê bi keda destên xwe zindîkirina çandê hilgirtiye ser milê xwe. "
 
Çêkirina benî û bastîqê çandeke kevnar a Gelê Kurd e. Ev çand bi salan e ji aliyê jinê kurd ve tê parastin. Yek ji jinên kurd a ku vê çandê diparêze Şikriye Mihmed (49) a ji Taxa Til Hecerê ya girêdayî bajarê Hesekê ye. Şikriyeya xwediyê 4 zarokî ye her sal benî û bastîqê çêdike. Têkildarî mijarê Şikriyeyê axivî. 
 
'Demsala çêkirina benî û bastîqê bi keda jinê zindî dibe'
 
Şikriyeyê wiha behsa çêkirina benî û bastîqê kir: "Ev 12 sal in benî û bastîqê çêdikim. Di salê de nêzî 50 kîlo benî û bastîq çêdikim. Ez him ji mal re çêdikim him jî di firoşgehan de difroşim. Kîloya wan ji deh hezaran dest pê dike, ji ber kiloya gwîzan 20 hezar e . Her wiha dema jinek bixwaze di mala xwe de benî û bastiq çêbike ez diçim alîkariya wan jî dikim. Piştî ku cotkar tirî kom dikin, herkes dest bi çêkirina dimsa tiriyan dikin û wê dimsê ji bo demsala zivistanê radikin. Her wiha ava tiriyan jî radikin. Piştre di heyva kanûnê de dest bi çêkirina benî û bastîqê dikin. Benî û bastîq bi ava tirî, ard, şekir, gwîz û dimsa tiriyan çêdibe."
 
'Benî û bastîq xemla mala min e'
 
Şikriyeyê da zanîn ku şaneşîna mala wê di heyva kanûnê de bi benî û bastiqan dixemile û wiha domand: "Ez her sal ji bo benî û bastîqê gwîz dikirim, dimsê çêdikim. Ji bo çêkirina beniyan ez di destpêkê de hemû gwîzan ji ta derbas dikim, paşê dimsa tirî, şekir û vanilya bi avê re dikelînim, paşê ardê xwe di nava avê de li hev dixim û dibe wekî belûl. Gwîza ku min ji ta derbas kiriye çend caran dixim nava wê, paşê li ber rojê datînim. Her ku benî zuha dibe car din dixim nava belûlê û cardin li ber rojê datînim. Ew belûla ku ji beniya dimîne em li ser paçekî spî rast dikin û li ber rojê radixînin. Piştî li ber rojê zuha dibe em ji ser paç radikin û dikin qat û piştre amade dibe. Ez ji heyva kanûnê pir hez dikim, ji ber demsala şêraniyê ye û mala min pê tê xemilandin."
 
'Çand bi destên jinê hatiye avakirin'
 
Şikriyeyê bal kişand ser keda jinan ku çawa barê zindîkirina çandê hilgirtine ser milê xwe û wiha pê de çû: "Di her demsalekê de tiştên çêdibin hene mîna danî, şêranî, tirşo, salçe, rîçal û hwd. Jin ji ber ji xwezayê hez dike zimanê xwezayê fêm dike. Jin di her demsalê de sûdeke baş ji xwezayê digire. Bi pêşketina teknolojiyê re çanda gelan hatiye çewisandin. Îro em weke jin li hember polîtîkayên çewisandina çandê, têkoşîn dikin û zindî dihêlin. Çand bi destên jinê hatiye avakirin, lewra jin bi keda destên xwe zindîkirina çandê hilgirtiye ser milê xwe."
 
'Benî û bastîq di demsala zivistanê de tê xwarin'
 
Şikriyeyê herî dawî sersala nû li tevahî kesên ku azadî û aştiyê dixwaze pîroz kir  û wiha bi dawî kir: "Benî û bastîq di nava welatan de gelek tê hezkirin. Her wiha benî û bastîq di demsala zivistanê de tê xwarin û di sersalan de pir zêde tê firotin. Keda destan bi nirx e, dema ez şêraniyê çêdikim pir diwestim, lê dema amade dibe ez westandinê ji bîra dikim. Ferq û cudahiyek pir mezin di navbera benî û bastiqên hazir de heye, yê ku bi destên mirov tê çêkirin bi tam û xweştir e. Ez herî dawî sersala nû li tevahî kesên ku azadî û aştiyê dixwazin pîroz dikim û daxwaza me ew e ku êdî şer raweste û herkes aram bijî."