Esnafên Amedê: Ne vîrûsa koronayê, hejarî dê me bikuje

  • 09:03 10 Kanûn 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê tedbîrên nû hatin kirin, ji bo esnaf û welatiyan pêvajoyeke dijwar dest pê kir. Esnafên ku nikarîn kirêyên dikanên xwe bidin dikanên xwe girtin. Esnafên jin wiha gazincên xwe anîn ziman: “Ne şewb dê hejarî bibe sedema mirina me. Êdî hat astekî wisa em pariyek nan nikarin bistînin.”
 
Bi giştînameya nû li hemberî belavbûna vîrûsa koronayê (covîd-19) tedbîrên nû hatin girtin. Di çarçoveya tedbîran de qedexeya derketina derve, guherîna saetên kar, girtina kafe û restaûrantan hat îlankirin. Ji van tedbîrên ku hatin girtin, herî zêde esnaf û kedkarên ku cihên wan hatin girtin bi bandor bûn. Esnafên ku nikarin qezencê bikin dikanên xwe girtin, kedkar jî bi biryara girtina kafe û restaûrantan ji kar hatin derxistin.
 
Di çarçoveya tedbîran de bi girtinên dikanan 383 hezar esnaf û ji 2 mîlyonan zêdetir kedkarên ku li gel esnafan dixebitîn bêkar û bêderfet man. Ji bo wan jî ji aliyê rayedarên dewletê ve tu amadekarî nehatine kirin. Li gor qanûna bingehîn divê dewlet mafên welatiyan biparêze, pêdiviyên wan bi cih bîne. Partiyên mûxalîf jî ji bo mafên welatiyan biparêz e pêşniyara “pakêta parastin”ê kirin. Di pêşniyarê ji bo zirarên esnafan dahat were dayîn, di navbera 2 hezar û 500 û 3 hezar û 500 TL’yê daxwaz hat kirin. Li gel esnafan ji bo 2 hezar kedkarên ku li cem esnafan dixebitîn bêşert û bênavber dahata xebata demkî hat pêşniyarkirin.
 
‘Hin rojan em sîftah nakin’
 
Esnafa bi navê Zîlan Akar, ji krîza aboriyê bi gazinc e û wiha pê de çû: “Heke rewş wiha bidome em ê dê dikana xwe bigrin. Wisa xuyaye dê bi qedexeyên derketina derve û tedbîrên nû rewşa me xerabtir be. Roj heye em sîftahê nakin. Gel jî êdî ji bo danûstandinê nayên dikanan. Rewşa aboriyê hem ji bo me esnafan hem jî ji bo gel rewşeke xetere de ye.”
 
‘Ji bo 10 TL’yê jî daxwaza daxistinê dikin’
 
Hulya Uçan ku bi sala ne esnaftiyê dike bal kişand rewşa nebaş a aboriyê û wiha got: “Tedbîrên ku ji ber şewbê hatin girtin bandorê li me kir. Kêm kes tên ji bo danûstandinê. Krîza aboriyê hatiye astekî wisa ku ji bo tiştên ku buhaya wê 10 lîra be jî daxistinê dixwazin. Em wek esnaf nizanin dê rewşa me û gel çawa be.”
 
‘Tedbîrên nû pişta me şikand’
 
Songul Tazecan ku ji bo danûstandinê hatiye sûkê û destvala diçe malê got: “Hevjînê min kafe dişûxiland. Ji ber şewbê kafe jî hat girtin û em bêderfet man. Em bêriya rojên berê dikin. Berê me karîbû bi 50 TL’yê pêdiviyên xwe yên bingehîn bistînin lê niha qîmeta 50 TL’yê nemaye, êdî bi vê pereyê pê tişt nayê standin. Welatî êdî perîşan bûn. Ev tedbîrên nû pişta me şikand.”
 
‘Esnaf û welatî perîşan bûne’
 
Pervîn Tazecan ku hevjînê wê esnaf e, dikana wan a cilûbergan heye û wiha axivî: “Buhaya her tiştî gelek giran e, welatî nikarin tişt bistînin. Esnaf û welatî tev perîşan bûne. Heke rewş wiha bidome şewb na, dê krîz me bikuje. Tedbîrên nû yên ku ji bo şewb belav nebe hatin girtin,  lê li aliyekî din jî dikanên me hatin girtin, em ê di rewşa niha de îflas bikin. Ji bo vê yekê divê çareseriyek were dîtin.”