'Bi keda destên jinê tama benî û bastîqê xweştir dibe'

  • 09:05 5 Kanûn 2020
  • Ked/Aborî
AMÛDÊ - Esma Osman a ji dayika xwe hînî çêkirina benî û bastîqê bûye da zanîn ku ew bi vê yekê li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikeve û wiha got:"Ev 25 sal in ku ez benî û bastîqê bi destên xwe çêdikim û ez ji dayika xwe fêrî vî karî bûme.  Çêkirina benî û bastîqê hindekî zehmet e, lê hem çanda me ye û hem jî em sûdê jê digirin. Bi keda destên jinê tama benî û bastîqê xweştir dibe."
 
Çêkirina benî û bastîqê yek ji çanda kevnar a jina kurd e. Li gelek bajar û gundên kurdan bi taybet tên çêkirin, her wiha bi ava tirî, guwîz, şekir û ard tê çêkirin. Esma Osman a bi temenê xwe 61 salî ye û li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê dijî, benî û bastîqê çêdike.  Ev 25 sal in ku ji dayika xwe fêrî çêkirina benî û bastîqê bûye, ji 25 salan û heta niha jî Esmayê bi keda destên xwe benî û bastîqê çêdike û difroşe. Têkildarî çêkirina benî û bastîqê Esmehan ji me re axivî.
 
'Ez ji dayika xwe fêrî çêkirina benî û bastîqê bûme'
 
Esma di destpêkê de li ser çêkirina dema benî û bastîqê axivî û ev tişt got: "Ev 25 sal in ku ez benî û bastîqê bi destên xwe çêdikim û ji dayika xwe fêrî vî karî bûme. Benî û bastîq her sal carekê tên çêkirin û demê wan yê cuda heye. Ji meha mijdarê ve heta serê salê ez dest bi çêkirina benî û bastîqê dikim, lê dema çêkirina wê jî dema ku tiriyê darê digihêje dest pê dike. Sala borî min derdora 100 kîlo benî çêkir û firot. Îsal jî ji ber bihabûna guwîz, şekir û tirî berhem kêm bûn."
 
'Çêkirina benî û bastîqê yek ji çanda me ya kevnar e'
 
Esma di domandina gotina xwe de li ser rêbazê çêkirina benî û bastîqê wiha pê de çû: "Tirî di destpêka demsala çile de tune ye û peyde nabe,  ji bo wê di havînê ez hesabê xwe dikim. Ez di destpêkê de ard, şekir û darçînê tevlî dimsa tirî dikim û baş dikelînim. Paşê ez guwîzan bi ta ve bi dar ve dikim. Ez 4 rojan li ber hewayê û rokê dihêlim, da ku baş zûha dibe bi vî awayî beniyê çêdikim. Bastîq jî bi dimsa tirî çêdikim, lê pêwist e ava wê hîn zelaltir be.  Dema ku ez dimsa tirî amade dikim li ser paçên tenik em radixin heya ku baş zûha bibe, paşê ez dikim qetên biçûk û li hev dipêçim. Çêkirina benî û bastîqê yek ji çanda me ya kevnar e."
 
'Ji bo çanda me neyê jibîrkirin pêwist e her jinek xwe fêr bike'
 
Esma di dawiyê de li ser parastina jinê ya çandê  nêrîna xwe anî ziman  û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Benî û bastîq di demsala çile de tê xwarin, zivistanê berhemên wê zêde tên firotin. Caran cîranên min tên alîkariyê bi min re dikin, derbarê de ew jî fêr dibin, lê tenê ji bo malên xwe çêdikin. Ez ji bo debara xwe ya aborîyê çêdikin û ji bo mala xwe jî çêdikim. Ji bo ku  çanda me neyê jibîrkirin pêwist e her jinek xwe fêr bike."