‘Em nikarin hewcedariyên xwe bistînin’

  • 09:05 30 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Bi pandemiyê re rewşa aboriya welatiyan bêtir xirabû. Welatiyen li Wanê da zanîn ku niha nikarin bazarê  hewcedariyên xwe yên rojane bistînin. 
 
Li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe qeyrana aboriyê kûr dibe. Welatiyên ku ji bo danûstandinê berê xwe didin bazaran dîsa dest vala vedigerin malên xwe. Piştî vîrûsa koranayê (Kovîd-19) belavbû hin tedbîr hatin girtin jî bêtir welatî mexdûr bûn. Ji ber ku niha rewşa aboriya welatiyan diyar e û bêkar mayîn, ji kar derxistin, an jî derxistin destûra bê pere bandorek neyinî li ser welatiyan kir.  
 
Li taxa Sixkê ya Rêya Armûşê heftê rojek bazar tê avakirin. Şêniyên taxê ji bo danûstandinê berê xwe didin bazarê. Yek ji wan Sosin Baycan e. Sosin xwest ji bo keça xwe kazaxekî 25 TL yê stend  û got: “Min li bazarê tenê kazaxek stend, ji ber ku perê min ew qas e. Kurê min li kafeyê dixebite. Ji ber nexweşiya koraneyê ji kar hat dûrxistin. Kurê min hezar û 400 TL mûçe digirt û debara 10 kesan dikir. Terê nedikir lê dîsa jî tiştek dihat malê. Min niha ji bo keça xwe kazaxek stand lê ez nizanim ez ê çi bêjim zarokên xwe yên din.”
 
Nazdar Mete, ji bo kêmasiyên malê temam bike berê xwe daye bazarê û wiha axivî: “Min dixwest ez telîsek kartol bistînim lê kîloya kartolan 7 û 11 TL û ez nikarim bistînim. Ji ber zivistanê min dixwest ku ez zarokên xwe re cilên zivistanê bistînim lê ji ber buhayan min nekarî ez bistînim.”
 
Malbata Sîtî Akdag ji 8 kesan pêk tê bi buhaya 25 TL yê danûstandinê dike û berê xwe dide mala xwe. Sîtî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ez şikur dikim ji ber ku hin malbat hene ku nikarin danûstandinê bikin.”