'Dîsa sînor danîn lê ji bo karker û esnafan tiştekî nakin'

  • 09:06 28 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
 
Dilan Babat
 
WAN - Zelal Yildiz a li Mîksê tevî zextên civakî dev ji xwendinê û xebatê berneda da zanîn ku niha jî ew li dijî aboriya xirab a ji ber Vîrusa Koronayê li berxwe dide. Zelalê got ji ber sînordarkirinên nû zorê dide esnafan û jin ji vê yekê tu qat zedetir bi bandor dibin. 
 
Li Tirkiyeyê bêkarî her ku diçe zêdetir dibe. Ji vê yekê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Jin di qada kar de qadên îstihdamê ji xwe re ava dikin û li dijî kaosa aboriyê têdikoşin. Di heman demê de jî jin li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin. Zelal Yildiz a li Mîksa Wanê dijî yek ji mînaka jinan a ku di her qadê de têkoşînê dide ye. 
 
'Zexta civakî li her qadê derket pêşberî min'
 
Zelalê da zanîn ku ji ber qeyrana aborî ew her dem mecbûr e kar bifikire û wiha got:"Heger min zanîngeh nexwenda ez ê ji ber zextên civakê bihatama zewicandin. Malbata min nexwest ez bixwînim. Min loma bavê xwe gilî kir. Min bi alîkariya mamosteyên xwe dest bi dibistana navîn kir. Ji ber zextên civakî min bêtir li dibistanên razandinê xwend. Bavê min ji min re got 'ger tu bi dest dibistanê jî bike divê tu beşdarî tu çalakiyan nebe'. Min jî ev yek qebûl kir û min zanîngeh xwend. Piştî qediya şûnde ez vegeriyam gund. Lê belê ji ber civakê zext li min dikir û digot 'te xwend lê te belasebe xwend. Ka tu nebû xwediyê pîşeyekî'. Min jî li ser vê yekê tevî ku ez mamostetiya bi bi heq qebûl nakim jî dîsa jî min mamostetiya bi heq kir. Piştî sala duyem ji ber hinek rewşên cuda ya di qada mamostetiya bi heq de êdî min dest bi karê çandiyê kir."
 
'Min dest bi karê moz û çandiniyê kir'
 
Zelalê diyar kir ku ew beşdarî projeya ji bo ciwanan a 'projeya çandiniyê' bûye û wiha got:"Dema ez beşdarî vê projeyê bûm dîsa zexteke civakî hebû. Ji min digotin 'tu jin î loma krediyê nadin te'. Dema di civakê de ev tişte dihatin gotin ez bêtir bi hêrs bûm. Min xwest ez nîşan bidim ku jin dikarin di her qadê de bixebite û xwe ispat bike. Her roj ez ji gund heta navendê bi peya dihatim. Min evraqên xwe da hevdu û têkoşîn kir. Dema krediya min a kirîna mozan hat qebûlkirin min moz kirî. Bavê min ji ber karê mozan fam dikir loma rê min da. Dema ez vî karî hîn bûm zor bû. Dema di destpêkê de mirov kar nizane moz dikare bi mirov vede û di heman demê de bibe sedema mirinê jî. Dema min moz nas kir êdî min dest bi qursa ji bo mozan kir. Ji ber li qursê tenê jin ez bûm loma mêran her ji min re digotin 'tu tena serê xwe wekî jinekê li vir çi dikî?'. Dema li dereke wekî Mîksê wekî jin tu tena serê xwe têdikoşe tu dikarî bi zextên zihniyeta baviksalarî rû bi rû bimîne."
 
'Min xwest ez qadeke jin lê hilmê bistînin, biafirînim'
 
Zelalê da zanîn ku ji ber demsal bi rêk û pêk naguherin loma wê karê mozan taloq kiriye û wiha dewam kir:"Ji ber min karê mozan taloq kir min vê carê li cafeyeke Mîksê dest bi kar kir. Ji ber vê her dem hinekan giliyên min li bavê min dikir û digotin 'Keça te li cafeya mêr lê ne dixebite'. Çimkî li vir cihên ku jin rûnên gelekî kêm in. Jinên ku min didîtin ji bo alîkariya min bikin dihatin li cihê ez dixebitîm rûdiniştin. Min xwest ez qadeke jin lê hilmê bistînin, biafirînim. Ji ber gotinan jin nikaribûn tena serê xwe derbikevin."
 
'Dîsa sînor danîn lê ji bo karker û esnafan tiştekî nakin'
 
Zelalê da zanîn ku ji ber zextên li Mîksê ew hatiye Wanê û li wir ji xwe re cih ava kiriye û wiha bi dawî kir:"Ji ber danîna sînorên nû yên ji ber pandemiyê esnaf zehmetiyan dibînin. Jin ji vê yekê bêtir bi bandor dibin. Karê me tam baş dibû lê belê vê carê jî sînorên ji ber pandemiyê hatin danîn. Me dest bi servîsa pakêtê kir lê ev têrê nake. Heger wiha dewam bike ez ê mecbûr bimînim ku dikana xwe bigirim. Biryareke danîna sînoran hat dayin lê belê ji karker û esnafan tu tiştek nehat kirin. Ev mirovan ew ê çawa nan bibi mala xwe? Tu bersiva van pirsana tune ye. Ji ber danîna sînoran pareyê gel ê ji bo biranan nanekî ji bo mala xwe nema. Qansî ku em bi bandor dibin kesên dikana xwe didin kirê jî bi bandor dibin."