Li bazaran êdî ne dan û standin 'xizanî' tê axaftin

  • 09:09 17 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Ji ber krîza aborî û vîrusa korona yê ku pêşî lê nayê girtin êdî mirov nema dikarin nanekî bibin malên xwe. Froşkar û kiryar tenê li bazarê xizaniyê diaxivin û vedigerin malên xwe. 
 
Li Tirkiyeyê ku krîza aborî her diçe kur dibe korona jî roj bi roj bandora xwe zêde dike. Ji ber krîza aborî sebze û fêkiyê ku tê halê êdî nema dikare ji halê bên derxistin û li cihê xwe dimînin. Esnafên halê ku êvarê dezgehên xwe digirin ku bên malê diyar kirin ku li gorî salên borî kirîn û firotin gelek kêm bûye û kiryarên tên bazarê dest vala vedigerin malên xwe.
 
'Em ji sibehê heta êvarê rûdinên'
 
Evîn Oral a ku li Mêrdînê her roj li bazarekê dezgehê xwe vedike û cilên zarokan difiroşe, diyar kir ku ew êdî nema dikarin lêçûna xwe ya rojane jî derbixin. Evînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Berê tîşortekî ku me bi 20 TL difirot niha herî kêm 30 TL ye. Ji ber vê buhabûnê êdî tu kes tiştekî nema ji me digire. Em ji sibehê heta êvarê bêyî ku firotanê bikin li ber dezgehên xwe rûdinên.  Tişta hat bi me esnaf û welatiyan hat. Kesên xizan xizantir bûn. Ji ber krîzê kes tên êvarê li bazarê fêkî û sebzeyê xirabe kom dikin ku bibin malê ji bo xwe bikin xwarin. Divê dewlet êdî rewşa esnaf û welatiyan bibîne."
 
'Bêyî em firotanê bikin em rojê desrbas dikin'
 
Sozdar Şîmdî ya ku li bazarê çerezan difiroşe jî got ew du sal e li bazarê dixebite, esnaf niha serdema herî xirab dijîn û wiha berdewam kir,"Karê me wekî berê nameşe. Ji ber ku pere tune ne kiryar jî tune ne. Ji ber ku tu kes nayê dan û standinê nake em jî nikarin firotinê bikin. Carna bêyî ku em tu tiştî bifiroşin em dezgehê xwe digirin.  Ji ber krîza heyî di destê gel de tu tişt nemaye.  Ev rewş bandorê li me jî dike. Berê me dikaribû îdare bikira. Lê niha zêde tu kes ji bo dan û standinê nayê. Berê mirov gelek dihatin bazarê û dan û standin dikirin. Kêm zêde pere qîmî me dikir.  Em xebatkar du rojan li malê bimînin em ê wê rojê birçî bimînin. Ji ber wê em mecbûrin ku her roj bixebitin."
 
'Ji dewleteke wiha morv nikare tu hêviyê bike'
 
Gulîstan Abîş a ku li bazarê pêdiviyên jinan difiroşe got ku ew hem dixebite û hem jî zarokên xwe xwedî dike. Gulîstanê got ku karê wan qet nameşe û ev tişt got, "Niha qet kar tune ye. Berê rewşa me baştir bû. Tişta me bi dest dixist têra me dikir.  Lê niha tu tişt wekî berê nemaye.  Niha rojane em nikarin debara xwe bikin.  Kes nikarin tu tiştî bikirn.  Em jî ji sibehê heta êvarê li ber dezgeh rûdinên. Ez hem li malê dixebitim hem jî li vir dixebitim.  Karê min zahmet e lê ger ku ez bikaribim debara xwe bikim ez kêfxweş dibim.  Ji dewleteke wiha em nikarin tu hêviyê bikin. Ji ber krîza heyî hemû hêviyên min têk çûn. Divê her jinek bikaribe debara xwe bike û li destê tu kesî nenêre."
 
Li bazarê esnafeke din jî Ayten Oansoy e û ew jî wiha dibêje, "Niha hertişt gele buha ye.  Berê me baştir firotan dikir lê niha bi pereyê ku em bi dest dixin em ne dikarin debara mala xwe bikin û ne jî nanekî bibin mala xwe."