Krîza aborî kûr dibe: Welatî nema dikarin makarna û kartolan jî bistînin

  • 09:04 11 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
Hikmet Tunç
 
AGIRÎ - Serok komarê tirk di rojên borî de bertek nîşanî welatiyên ku gotibûn "Em nikarin nanekî jî bin mala xwe" dabû. Lê şêniyên Bazîdê ku me mîkrefon dirêjî wan kir bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin, "Em êdî nema dikarin kartol û makarnayê jî bistînin."
 
Serok komarê tirk Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî welatiyên ku gotibûn, "Em nikarin nanekî jî bibin malê" dabû, gotibû, "hûn mijarê mezin dikin." Herwiha Wezîrê Karên Malî û Aboriyê Berat Albayrak jî bi hinceta pirsgirêkên wî yên tendirustiyê hene îstîfa kir. Herçend ku îqtîdar krîza aborî piştguh dike jî rewşa şêniyên navçeya Bazîdê ya Abiriyê mijarê li ber çavan readizîne.  
 
'Em nikarin debara xwe bikin'
 
Rukiye Koç a ku li bazara taxê ya Bazîde Agiriyê hatibû dan û sitendinê wiha got, "Min 4 torbeyên biçûk makarna kirî,
5 kîlo jî kartol kirîn û pereyê min ê ku pê tiştekî din bikirim neman.  Hertişt gelek buha bûye. Em dibêjin bazar erzan e û em tên. Lê em nema dikarin ji bazarê jî tiştekî bistînin.  Gel birçî ye wê ev krîz çawa biqede nizanim. Em nema dikarin debara xwe bikin û em nema diarin ji bo xwe nanekî bistînin. Krîza heyî kesê dewlemen bêhtir dewlemend û yê xizan jî bêhtir xizan kir. " 
 
'Heta hikûmet neguhere wê krîz bidome'
 
Zilfenaz Kebîde ya ku ji bo kel û pelên turşiyê hat bazarê û ji bo zarokên xwe çen potên germ kirîn jî got ku pereyê pê sebze an jî fêkî bistîne nemaye. Zulfînaz wiha berdewam kir, "Ez ê turşiyê bi kelema ku min bi 30 TL girtiyê çêbikim. Me ji bo zivistnên ji ber buhabûnê tu tişt amade nekir.  Sedema vê krîza aborî AKP'yê. Heta ku ev îtîdar li serî be wê krîz jî bidome."
 
‘Sedema krîzê îqtîdar e ’
 
Îfet Erzene jî got ku lawê wê li înşaetan dixebite, ji ber zivistan jî tê karê înşaetan zêde namîne û wiha berdewam kir, "Em nema dikarin zarokên xwe xwedî bikin, ji wan re tiştekî bikirin. Ji ber bêkariya heyî em nikarin kîraya xwe bidin. Malbatên ku nikarin debara xwe bikin hevberdanê ji bo xwe çareserî dibînin. Sedema krîzê îqtîdar e."
 
'Em bi nanê hişk û kartolan sifreya xwe datînin'
 
Helîme Demîr jî diyar kir ku ew nikarin nanekî jî bistînin û ev tişt got, "Li malê xwarin tune ye lawê min naxebite, em bi kartol û nanê hişk soferaya xwe datînin. Em ê heta ku vî eziyetî bikişînin nizanim. Xwedê nehêle."
 
'Em ji makarna û wêdetir titştekî nikarin bînin sifrê'
 
Ayşe Yildirim jî got ku li gel krîzê nexweşê wê jî heye û wiha got, "Ez dermanê nexweşê xwe nikarim bistînim û ji makarna wêdetir tiştekî nikarim bînim sifrê. Lawê min li înşaetan dixebite, wî jî hevjîn û zarokên xwe anîne gel min û li dervê bajêr dixebite. Em nikarin debara xwe bikin."