‘Pêşniyaza budçeyê ji bo jinan tobloyek xeternak e’

  • 09:06 9 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecioglu, diyar kir ku di Pêşniyaza Budçeyê ya sala 2021’an de ji bo jin, zarok û penaberan tiştek nîne û got: “Ji bo alîkariya civakî ya Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatê ya Malbatê 42 milyar hat veqetandin lê belê li dijî şîdeta li hemberî jinê, îstîhdam û  ewlehiya jinê budçeyek nehat veqetandin.”
 
Pêşniyaza Qanûna Bûdçe ya Lîjneya Navendî a sala 2021’an a îqtîdar AKP’ê ji hêla Komîsyona Budçe û Plan a Meclîsê ve tên nîqaşkirin. Çend rêxistinên jinan û muxalîf bertekên xwe li hemberî budçeyê tînin ziman jî dîsa jî li gorî feraseta heyî bîryar tên girtin. Li gorî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pêşnîyaza Budçeya 2021’an dê bibe “Budçeya Qesrê, sermayedar û şer” . Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecioglu di nava komisyona bûdçeyê de cih digire û derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Fîlîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora Pêşniyaza Budçeya sala 2021’an a li ser kedkar, karker û jinan û got: “Îqtîdar bi fona bêkariyê re alîgiriya xwe ya li hemberî karsaz û sermayedaran nîşan da. Ji xwe di esasê kapîtalîzmê wisa ye û em niha bêtir dijîn. Niha hevdîtinên budçeyê ne bi diyalogan bi girtî tên nîqaşkirin. Hevdîtin ne zelal in. Bi tu awayî nêrînên saziyên sivîl, sendîka û rêxistinên jinan nayê girtin. Daxwazên rêxistinên jinan çêbûn lê hatin astengkirin. Niha jî pandemiyê dikin hincet.
 
‘Tenê karsazên xwe difikirin’
 
Fîlîz di axaftina xwe de li ser daxwazên HDP’ê ya derbarê budçeyê de jî wiha anî ziman: “HDP ‘Pêşniyaza Budçeya Gel’ anî rojevê. Divê muçeya asgarî herî kêm 4 hezar be. Divê mafê jinan a teqewîtbûnê hebe. Divê deynê xwendekaran ên zanîngehan bên betalkirin û perwerdehiyeke bê pere bê pêşxistin. Niha hûnê bêjîn gelo ji bo wan tiştan çavkaniyek heye? Belê heye. Çavkaniyên ku ji bo karkeran hatî veqetandin didin sermayedaran. Erdogan di serê pandemiyê de bi karsazan re civînek li dar xist û got ‘Hûn çima kêyfxweş nînin me ev tişt ji bo we kir’ Bi rastî jî ji bo karsazan hat kirin. Di nava ewqas xizanî û bêadaletiyê de tenê zikê sermayedaran têr dikin.”
 
Pêşniyarên HDP’ê
 
Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku îqtîdar tene qala çêkirina rê û înşaatan dike û axivî: “Pêsnê xwe dikin lê belê me di erdhejê de dît ku ev rê û înşaat hatin çi halî.  Polîtîkayekî cuda ya aboriyê ya îqtîdarê nîne. Ji ber vê jî em jî pêşniyarek dikin û dibêjin divê budçeyeke alîgirê gel be, di nav de wekhevî hebe û çavkaniyek edîlane hebe. Divê herî kêm kesên teqewîtbûyî 2 hezar û 500 lire dahatek wan ên mehane hebin. Penaber jî di nav de ji bo her welatiyekî/ê hezarek dahat bê dayîn. Divê muçeya asgarî ji bacê muaf bê girtin û her wiha divê polîtîkayên bace ji bo her kesî wekhev be. Hewceye ku mafê karkerên demsalî bên parastin û di qanûnan de derbarê wan de sererastkirinek bê kirin. Pêwîste karkeriya demanî û karkeriya teşaronê ji holê bê rakirin. Ji bo parastina mafên karkerên ku karê malê dikin sererast kirinek bê kirin. Her wiha ji bo karker û kedkarên ku bi rêya KHK’ê hatine îxraçkirin di hêla qanûnî de sererastkirinek bê kirin ku ev kes carek din vegerin ser karê xwe. Em dixwazin temenê teqewîtbûnê bi guherînin. Em gelek tiştan dikarin bihêjmêrin lê belê ji bo ev tişt pêk bên jî divê pergalek edîlanê pêk bê.”
 
‘Divê alîkarî edîlane be’
 
Fîlîz, destnîşan kir ku Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatên Malbatî qadek girîng e lê di bûdçeyê de jin û zarok nehatin dîtin û wiha bi lêv kir: “Di pêşniyaza budçeyê ya sala 2021’an de ji sedî 12, 7 ango 155 milyar lîre hat veqedandin. Belê mirov dema lê dinêre pereyek zêde xuya dike, lê bele di bingehê de jî alîkariya civakî heye, dibe ku bê kirin lê tişta pêwist jî divê di bingehê de edalet hebe û bingehek dewletek civakî hebe. Lê tu carî ev tişt pêk nehat.
 
‘Di budçeyê de ji bo jinan tiştek nîne’
 
Parlamenter Fîlîz, xebatên dewletê yên ku ji bo jinan tên kirin wiha rêz kir: “Wezaret heta 2023’yan armancên xwe aşkera kiriye lê belê di nav armancan de tabloya ku derbarê jinan de derdikeve holê jî mirovan xemgîn dike. Ji bo alîkariya civakî 42 milyar pere hat veqatandin lê li dijî têkoşîna şîdetê ya li hemberî jinê, ewlehiya jinê, îstîhdam, tevlîbûna jinan a xebatên qada cemaweriyê di budçeyê de cih negirt. Hejmara Navenda Şopandin û Rawestandina Şîdetê (ŞONÎM) ya heta sala 2023’an nayê zêdekirin. Tenê li Stenbolê ŞONÎM heye. Li welatê ku 40 milyon jin dîjî de tenê 150 stargehên jinan heye. 104 navendên astengdar û rehabîlîtasyonê hene. Dema mirov wan dinêre mirov dibîne ku di budçeyê de tiştek nîne. Ji bo jinan qadên xebatê û tedbîrên ku li dijî şîdeta li hemberî jinê di budçeyê de nehatine bi cih kirin.”
 
‘2 milyon zarokên karker hene lê…’
 
Fîlîz, destnîşan kir ku di budçeyê de ji bo zarokan jî tiştek nehatiye kirin û wiha dom kir: “Li gorî Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) 720 hezar zarok karker in. Lê belê tê texmînkirin ku ev hejmar 2 milyon e. Her wiha din ava 9 mehan de jî hezar û 494 karker jiyana xwe ji dest dan. Ev tabloyekî xeternak e. Ji sala 2003’yan heta niha 17 grev hatine betalkirin. Karkerên kana Ermenekê bi êrîşê re rûbirû man. Sendîkaya karkerên kanê li ber parlamentoyê bi êrîşê re rûbirû man. Hemû tişt niha bi hinceta pandemiyê pêk tê.”
 
‘Her tim amadekariya şer dikin’
 
Parlamenter Fîlîz, da zanîn ku budçe budçeya şer e û wiha behsa mijarê kir: “Îqtîdar her deme polîtîkayên şer dimeşîne. Îqtîdar ji bo qelsiya xwe ya hindûr veşerê her tim şer wekî amûr bikartîne. Milyar dolar pere dide şer. Sûriye, Rojhilatê Deryaya Spî, Rojava û Ermenistan- Azerbaycan her tim di nava amadekariya şer de ye.”
 
‘Jinan dev jî kar û dibistanên xwe berdan’
 
Bandora vîrûsa koronayê ya li ser jinê, bû mijara nirxandina Fîlîzê û wiha got: “Di budçeyê de ji bo jinan tişte nîne. Li gorî daneyên Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK-AR)  ji ber bandora koronayê ji sedî 45,3 jin bêkar man. 5 milyon û 219 hezar jin nikarin kar bibînin û an jî dev jî kar dîtinê berdan. Di pandemiyê de navendên rehabîlîtasyonê, kreş, dibistan û malên ku pîr û kalan xwedî dikin hatin girtin. Ev tişt hemû ma ser milê jinê. Karê jinê ya di nava malê de bêtir zêde bû. Gelek jin ji ber vê sedemê dev jî kar û dibistanê berdan. Ji ber vê sedemê jî divê ji bo îstîhdamkirina jinê bêtir çavkanî bên veqetandin. Her wiha di pandemiyê de jin bêtir bi şîdetê re rûbirû man. Bêtedbirî bêtir jiyana jinan xist nava zehmetiyan.”
 
‘Penaber dê bên dersînorkirin’
 
Fîlîz, da zanîn ku di li hemberî penaberan jî nêzîkatiyekî nîjadî heye û wiha bi lêv kir: “Îdareya Koçberiyê ya Giştî a girêdayî Wezareta Karê Hundir di budçeya xwe ya sala 2021’an de armanc dike ku gelek penaberan dersînor bike. Ev tişt tê wateya êrîşên nîjadperestiyê. Ev helwestên nîjadê dem demî ji hêla muxalefetê ve jî pêk tê. Wekî gotinên ‘Para me jî didin xelkê Sûriyeyê’ Lê di rastiyê de wisa nîne. Penaber di karê herî nebaş de bi pereyekî kêm dixebitin. 1.5 milyon zêdetir penaber nikarin karek bibînin. Di nav xizaniyê de hewl didin ku bijîn.”
 
Parlamentera Enqereyê Fîlîz, bal kişand ser rola û mîsyona muxalefetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de berpirsiyariya muxalefetê girîng e. Ji bo avakirina pergala edîlane û wekhev divê em baweriyek bidin gel.”