'Di bin topbaranê de em têkoşîna jiyanê didin'

  • 09:04 5 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
HESEKÊ - Nûra El-Heşî ya ji Gundê Silmasa yê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê tê topbarankirin diyar kir ku ew bi çandina zebeşan debara xwe dike û wiha got:"Em di nava şerdên zor de li ser piyan disekinin. Bi şerdên zor ez zebeşan diçînim û debara xwe pê dikim. Hebûna min an mirina min ew ê li gund be."
 
Gundên Rojava û Bakurê navçeya Til Temirê, bi giştî bi êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê re rû bi rû ne. Welatiyên gundên xeta cebhê jî bi derfetên pir kêm debara xwe dikin. Gundê Silsama jî ku bi 7 km Rojavayî navçeya Til Temirê dikeve, ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê tê gulebarankirin û topbarankirn. Nûra El-Heşî ya li gund dijî behsa debara jiyana xwe û zor û zehmetiyên di bin şer de kir. 
 
'Av û nebûna ceyranê pirsgirêka sereke ye'
 
Nûrayê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi giştî jiyana sivîlan li vir baş e, lê em zehmetiyan di aliyê xizmetguzariyê de dikşînin. Ji ber ku zembel û xeta avê ji gund re nehatiye kişandin, em avê ji tankêra avê dikirin. Ceyran jî pir kêm tê, bi taybet dema em ji bîran av derdixînin zehmetîyê bi me dide jiyîn."
 
'Şênkayî hişk dibin'
 
Nûrayê bal kişand ser erdên ku çandine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji xwe eger av nebe jiyan jî nabe, niha erd tî ye û her tiştên ku em diçînin hişk dibin û hindek ji wan jî berhem kêm jê dertên. Ew derfetên me yên ku em bikaribin mazotê bikirin jî tune ye. Erdê me ji çandiniyê re pir baş e, lê dema ku av tune be her tiştên şîn hişk dibin."
 
'Berhema îsal pir kêm e'
 
Nûrayê da xuyakirin ku şûna pembo û genim, zebeş çandiye û wiha domand: "Me îsal şûna pembo û genim, 7 donim erd bi zebeşan çand, lê ji ber kêmbûna avê, berhemeke baş jê nehatiye. Îsal li gorî her du salên berê nebaş bû. Em dendikên zebeşan jî  ji hundirê wê derdixin, kom dikin û difroşin. Da ku em debara xwe bikin."
 
'Di bin topbaranê de em têkoşîna jiyanê didin'
 
Nûrayê bal kişand êrişên li ser gund û wiha got: "Piştî dagirkeriyê êdî rewşa me ya ewlehî û aborîyê jî ne baş e. Em di bin topbaran û gulebaranê de hewil didin bijîn.  Di bin topbaranê de em têkoşîna jiyanê didin. Hebûna min a li mala min e û ez wê ji dagirkeran re nahêlim."