'Dema em tiştekî dikirin du caran difikirin'

  • 09:02 3 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Qeyrana aborî ku her ku diçe kûrtir dibe bû gazincên sereke ya welatiyan. Amedî bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan û gotin: "Em nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cihbînin. Dema tiştek dikirin du caran difikirin. Çawa rayedarên dewletê dibejin rewşa aboriyê baş e!" 
 
Gazincên sereke yên welatiyan qeyrana aboriyê ye. Qeyrana aborî bi pandemiyê re bêtir kûr bû. Bi girtina kargehan re gelek kes bêkar man an jî ji kar hatin derxistin. Bêkarî û buhabûn niha pirsgirêka civakê ya herî mezin e. Gotina erk û rayedarên dewletê ya derbarê başbûna aboriyê de bû sedema bertekên welatiyan. Amedî li hemberî polîtîkayên aboriyê û qeyrana aboriyê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Dema em tiştekî bikirin du caran difikirin’
 
Xwendevan Pelda Saman destnîşan kir ku polîtîkayên aboriyê yê dewletê nebaş in û got: “Qeyrana aboriyê wekî her kesî li ser me jî bandorek neyinî pêk tîne. Kesên ku dibêjin li ser me bandor nekiriye jî ne ji dil in. Dema ku em tiştekî bikirin em du caran difikirin. Heke em du caran difikirin wê demê aşkereye ku qeyranek mezin heye. Qimeta TL yê êdî nemaye. Ew jî dibe sedem ku buhayan tişta li ser me bi bandor e. Berê de me bi pereyên kêm gelek tişt dikirî lê em nika nikarin pêdiviyên xwe yên rojanê bicih bînin. Polîtîkayên dewletê yê aboriyê ne baş in. TL îro ne tenê li hemberî dolarê li hemberê pereyên din ên biyanî jî qimeta xwe winda dike.'
 
‘Dewlet hêviyên vala dide’
 
Derya Tektaş a ku piştî pandemiyê bê kar maye wiha axivî: “Me berê hinekî pêdiviyên xwe bicih dianî. Lê niha tu tiştekî jî nikarin bikirin. Zarokên min diçin dibistanê lê ew jî di tengasiyê de ne. Beriya pandemiyê ez di karê xwarinê de bûm lê ji ber pandemî û qeyranê ez niha bêkar mam. Em dixwazin ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Ji ber ku bi rastî jî em ketine rewşekî pêrîşan. Dewlet hertim hêviyên vala dide me lê rewşa me aşkere ye. Ne tenê fature û kireyên de zam heye di her tiştan de zamekî mezin heye.”
 
‘Dewlet alîkariyê nake tenê diaxife' 
 
Remziye Durup bal kişand ser rewşa xwe ya aboriyê û ev tişt anî ziman: “26 sal in ku hevjînê min jiyana xwe jidest daye. Lewra ez jî bi tena serê xwe debara mala xwe dikim. Berê ez li tekstîlê dixebitim, lê ji ber pandemiyê ez ji kar derketim. Ji bo carekdin bixebitim min serî cihê kar da lê bê bersiv ma. Ez nizanim di vê qeyranê de çi karê bikim. Dewlet tu alikariyek nake tenê diaxive. Qeyranek pir mezin heye em têra xwe nikarin nan bixwin. Em ji xwe re şaş bûne.”
 
‘Bihayên zebzeyan wek agir e’
 
Defîn Kaya jî diyar kir ku heke kirê bidin nikarin fatureyan bidin û got: “Heke em tiştekî bikirin tişta din nikarin bikirin. Em hemû pêdiviyên xwe nikarin bînin cih. Dema em fatureyên nedin ceyran û ava me tê bîrin. Bi wî awayî em dikevin tengasiyê. Jixwe bazara xwe jî tevahî nikarin bidin, em kêm dikirin. Ji ber ku bihayên zebzeyan wek agir e. Em jî nizanin ka wê çawa bikin.”