'Dema ku min didîtin paşve vedigeriyan'

  • 09:18 31 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
AMED- Hîdayet Kiliçci a ku li navçeya Yenîşehîrê 2 sal in karê tamîra saetan dike got ku dema nû dest bi vî karî kiriye kesên ji bo saetên xwe tamîr bikin dihatin paşve vedigeriyan,  lê wê guh nedaye tu kesî û karê xwe berdewam kiriye.
 
Hîdayet Kilinçci (32) ya ku li Yenîşehira Amedê hem tamîra saetan dike û hem jî saetan difiroşe, diyar kir ku di warê xebatê de tu cudahiya jin û mêr ji hev tune ye û ev bang li jinan kir; "Bila jin bi xwe bawer bin, guh nedin tu kesî û li hemû qadan bixebitin. Jin dikarin her karî bikin." 
 
‘Min zanîna xwe zêde kir’
 
Hîdayetê diyar kir ku wê kargeha hevjînê xwe dewer girtiye û wiha got,"Vê derê kargeha hevjînê min bû. Hevjînê min ji heq vî karî derneket û min jê dewer girt. Ez destpêkê gelek bi kelecan bûm. Hosteyek hebû wî gelek tişt nîşanî min dan. Min jî her tim li ser tiştên ku wî nîşanî min dida tiştên nû zêde kirin û xwe pêş xist.  Dema ez nû fêr dibûm min gelek caran destê xwe dibirî, amûrên tamîrê çend caran di destên min re çûn. Lê min guh lê nekir û min karê xwe berdewam kir .”
 
‘Dema çav li min diketin vedigeriyan’
 
Hîdayetê bal kişand ser helwesta mirovan li hember wê û got: “ Rojên ewil dema saetên xwe ji bo tamîrê dianîn ku çav li min diketin bi fikar tevdigeriyan. Digotin tu yê karibî tamîr bikî? Saet ji destên min digirtin û berê xwe didan cihekî din.  Ji ber ku ev kar wekî karê mêran didîtin û bawer nedikirin ku jinek bikaribe karê tamîra saetan bike."
 
‘Jin dikarin hemû karan bikin’
 
Hîdayetê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û got: “Jin dikarin li hemû qadan bixebitin û her karî bikin Debara malê ez dikim, krediya xaniyê xwe ez didim, ligel van bi malê re dîsa ez mijûl dibim, taştê şîv, paqijî, dersên zarokan, bi her tiştî re ez mijûl dibim. Banga min ji bo jinan bila mûhtacê mêrekî nebin, li ser lingên xwe bisekinin û bixebitin.”