'Rola jinê ya di qada aboriyê de gelekî girîng e'

  • 09:08 31 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Komîteya Aborîyê ya Meclîsa Jina Azad a Şehbbayê, Fatme Mihemed girîngiya rola jinê ya di qada aborîyê de anî ziman. Fatmeyê da zanîn ku hebûna jinê ya di qada aboriyê de girîng e û wiha got: "Gelek projeyên aborî bi serkêşiya jinê hatin pêşkêşkirin û ketin xizmeta civakê. Jin ji bo civakê tev digere û aboriya xwe xurt dike."
 
Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek qadên jiyanê pêş ketin. Yek jê qada aborî bû ku bi serkêşiya jinê pêş ket û kete xizmeta civakê. Hebûna rola jinê ya di qada aborîyê de gelek girîng e. Li Kantona Şehbayê bi avabûna Rêveberiya Xweser re, êdî jin bi berhemên xwe dikaribûn cihê xwe di qada aborîyê de bigire û bi rêve bibe.  Li kêleka wê gelek proje ji bo jinan pêşkêş kirin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Komîteya  Aborîyê ya Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Fatme Mihemed axivî.
 
'Rola jinê ya di qada aboriyê de gelekî girîng e'
 
Fatme di destpêkê de bal kişand ser girîngiya qada aborîyê û wiha got:"Divê li gor derfetên xwe em hesabê aboriya xwe bikin û li gor civaka xwe aboriya xwe ava bike. Ji bo em bikaribin xizmeta civakê bikin divê em li vana baldar bin. Her tim jinê aboriya malê bi rê ve dibir lê dîsa di bin hikmê mêr de bû û keda wê nedihat dîtin. Jin rojane di nava erd de bû û ked didan, lê mixabin her desthilatdariya mêr berhem û keda wê dikir malê xwe. Ne tenê di aliyê aborîyê de di hemû qadên jiyanê de keda jinê jê dihat sitendin. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, êdî jinê mafê xwe yê birêvebirina qada aborîyê bi dest xist û rola xwe lîst. Jin û aborî jiyanê li ser piyan dihêlin."
 
'Yekem proje ket xizmeta jinê'
 
Di nava gotina xwe de Fatme bal kişand ser yekem projeya ku li Şehbayê hate avakirin û wiha pê de çû: "Yekem projeya aborîyê ku li Şehbayê hate pêşxistin, projeyên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bû. Vê yekê hişt ku hêz û moral bide jinan, da ku bikaribe bi tena xwe qada aborîyê bi rê ve bibe. Projeyên ku hatine pêşkêşkirin projeyên çandiniyê bûn. Wek çandina bexçeyên Sîr, Pîvaz, Beqdenûs û erdên genim. Me xwest projeyên dîtir jî pêşkêş bikin, lê ji ber derfetên kêm ew proje hatin rawestandin. Di qada aborîyê de serkeftin û binketin jî heye. Jin bi çandiniyê ve hatiye girêdan û di nava erd de bêhna xwe derdixîne."
 
'Hewildanên me hene ku em projeyên din jî pêşkêş bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatme diyar kir ku hemû jinên di saziyan de cih digirin di aliyê çandiniyê de alîkariyê didin wan û wiha bi dawî kir: "Sala borî di meha îlonê de me dest bi projeyên xwe kir û bi alîkariya hemû jinên ku cihên xwe di saziyan de digirtin me projeyên xwe pêk anîn. Jin bi xurtkirina aboriyê re li ser lingên xwe disekine. Di demên pêş de hewildanên me ji bo vekirina dikana erzaqan ku tenê jin tê de kar bikin, heye. Projeyên me ji bo xizmeta civakê ne. Xwesteka me ew e ku em xwedî li jinan derbikevin. Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de em projeyên xwe yên dîtir pêşkêşî civakê bikin. Her wiha hewildanên me ji bo destpêkirina projeya xwedîkirina lawiran a ji bo jinan  heye û di demek nêz de wê têkeve piratîkê."