Li Mêrdînê esnaf ji ber qeyranê dikanên xwe digirin!

  • 09:11 15 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Pandemî û qeyrana aborî bandora xwe li bajarê dîrokî ê ku yek ji navendên turîzmê ye kir. Esnafên bi navê Bêrîtan Tanişman û Mizgîn Sirnaç derbarê qeyranê de axivîn û gotin: “Êdî Mêrdîn weke berê çalek nîne û ev ji dibe sedem ku qezenca me kêm bibe. Ango gelek esnaf ji ber van sedeman mecbûr dimînin ku dikanên xwe bigirin.”
 
Bajarê Mêrdînê bi mîmariya xwe mîna muzeyeke servekirî ye. Ji ber vê yek ji navendên turîzmê ya herî girîng e. Bê guman turîzma ku dermanê aboriya bajêr bû îsal di asta herî jêr de ye. Qeyrana ya beriya pandemiyê bandoreke mezin li ser esnafan kir û Pandemiyê jî ev qeyran mezintir kir. Esnafên ku ji ber qeyrana aborî bi zorê li ser piyan diman,ji ber kêmbûna hatin çunê ya di pêvajoya pandemiyê de yek bi yek derabeyên dikanên xwe digirin.  Esnafên qada herî çalek ya Mêrdînê xemginiya xwe anîn ziman û gotin ku rewşa wan a aborî di xeterê de ye.
 
‘Divê hikumet di aliyê aborî de gavê baje’
 
Xwendevana zanîngehê Mizgîn Sirnaç di heman demê de li sûka Mêrdîna  kevin firotina cil û bergan dike. Mizgîn bal kişand ser rewşa aborî û wiha got: “Beriya pandemiyê ji qeyrana aborî hebû û me cardin pêvajoyek zor dijiya. Herî kêm bi zorê me dawiya mehê dianî. Lê mixabin îro pandemî û qeyrana aborî qat bi qat bandorê li me dike. Dest ji anîna dawiya mehê berdin em nikarin îdara xwe ya rojane jî bikin. Ya herî girîng jî bi pandemiyê re hatin û çûna turîstan hema bêje nemaye. Ev ji yek ji sedemên têkçûna rewşa me ya aboriyê ye. Li rexekê jî zêdebûna buhayê bandora neyînî li ser me û civakê dike. Civak jî qezenç nake ku dan û standinê bike. Hikumet dikare di vî derbarî de gavên girîngtir bavêje. Bi taybet jî dikarin ji bo esnafên jî paketan aşkera bikin lê nakin û rewşa me dikeve bin sînorê xizaniyê.”
 
‘Heqdesta min rojekê jî têra min nake’
 
Berîtan Tanişman ku beşa hunera xweşik a zanîngehê qeydandiye ji ber ku bêkar maye ew jî karê firotanê dike. Berîtan wiha qala qeyranê dike: “Tê zanîn ku ji ber pandemiyê wane li ser  onlînê dikatin dayîn. Lê ji ber ku înterneta me tune bû min bi pileyek ketî îsal beşa xwe qedand.  Pêwîstbû ku ez di beşa xwe de bixebitim û mamustetiya wêneyêxêziyê bikim lê ji ber sedema qeyranê mi li gorî pîşeya xwe kar nedît û niha di karekî din de dixebitim. Min ev kar jî bi saya hevalekî xwe peyda kir. Li aliyekî firotina çenteyan dikim li aliyekî jî şuşe boyax dikim, guhar, bazin û gerdeniya çêdikim difiroşim. Lê keda destê min ku digirim rojekê jî têra min nake.”
 
‘Em nikarin dawiya mehê ji bînin'
 
Berîtanê di berdewamiya axaftina xwede da zanîn ku suka Mêrdînê li gorî salên din gelek bêdeng e û wiha berdewam kir: “Hatin çuyîna turîstan bi serê xwe kêm bû, lê di holê de qeyranek mezin ya aborî heye ku ev ji bandorê li civakê û li me esnafan dike. Bê karî buhabûna heyî dibe sedema ku kes neyê dikanê. Rojê bi zorê yan em parçeyek tişt diforoşin yan ji qet nakin. Vê carê ji ber ku firotinê nakim nikarim debara xwe jî bikim. Ev pêvajo bi her awayî bandora xwe ya neyînî li me dike. Rexmê ku ez dixebitim nikarim dawiya mehê bînim. Ez bi vî rengî hewil didim ku debara xwe bikim. Lê mixabin nikarim ne pereyê avê ne ji yê kîrayê derxînim. Wisa berdewam jî bike em ê nexebitin. Lê em weke jin hewil didin rexmê hertiştê li ser piyan rawestin.”