Jina Êzidî: Xebat ne şerm e

  • 09:14 7 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
Nesrîn Hisen- Almaz Nayîf
 
ŞENGAL - Nure Hecî bi dirûtina cilan 15 sal in debara mala xwe dike. Nura, destnîşan kir berê karkirina jinê di nava civakê de şerm dihat dîtin lê belê piştî rizgariya Şengalê ji DAÎŞ'ê gelek jin ji bo debara mala xwe dixebitin. 
 
Li Şengalê gelek malbat bi çandiniyê re debara xwe dikin. Lê piştî fermana sala 2014'an aboriya gelek malbatan têk çû. Lê piştî rizgariyê niha yek bi yek birînên li Şengalê tên pêçandin. Ligel fermanê vîrûsa karonayê jî bandorekî neyînî li ser aboriyê kir. Gelek kes li gorî derfetên heyî debara mala xwe dikin. Yek jî wan Nura Hecî ye. Nura li gundê Zorova ya Şengalê dijî û 15 sal in karê dirûniyê dike û pê debara xwe dike. Nura ligel hemû zehmetiyan dixwaze jin bixebite û û li se piyê xwe bisekîne. 
 
'Berê karkirina jinê şerm dihat dîtin'
 
Nura, diyar kir ku dema mirov kar bike bandorekê erênî li ser derûniya mirovan jî dike û got: "Beriya fermanê nedihiştin jin kar bike. Şerm dihate dîtin. Lê berê fermanê jî min vî karî dikir. Kar kirin ne şerme. Berê fermanê û piştî fermanê gelek cudahî heye. Niha jin ne weke berê ye pêşketiyê û dikare di her qadê de bixebite. Dema berê jî û niha jî ez li malê karê xwe dikim. Zehmet e lê ez pê kêyfxweşim. 5 zarokê min hene û ji bo pewîstiyê wan bi cih bînim kar dikim. Ez cilên zarokan, cilên mezinan û her wiha cilên leşkeriyê didirûm." 
 
'Ez cilan didirûm'
 
Nura, di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên kar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tiştên ji min re pewîst dike ez ji navçeya Sinûnê a Şengalê tînim. Ez li gorî derfetên xwe kar dikim û heta niha kesek alîkariyek nedaye min. Ji ber ku ez gelek hez karê xwe dikim zehmetî li hemberî karê min nabe asteng. Gelek caran ji başûre Kurdistanê jî kes tên li vir û cil didin dirûtin."
 
'Divê her jin karek bike'
 
Nura hem karê xwe û hem jî karê malê re mijûl dibe û wiha behsa kir: "Ev 15 sal in ez hem kare xwe yên dirûnê û him jî kare xwe yê  malê dikim. Ez ji bo zarokên xwe kar dikim. Ez xwarinê çêdikim, paqijiyê dikim û dirûtinê dikim. Li şûna ku li malê rûnim ev kar ji bo min baştir e. Karkirina jinê ne şerme, niha gelek jin cihê kar vekirine ev tişt pir baş e. Gorî berê betir jin di qada kar de cih digirin. Ez daxwaz dikim ku hemû jinên Êzidî karek bikin."