'Keda ku bi mehan didin vala diçe"

  • 09:08 2 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
RIHA - Hedla Ugur li Pirsûsa Rihayê cotkariyê dike, ji qeyrana aboriyê bi gazinc e û got: "Em kedek didin lê belê em beramberê keda xwe encamek nagirin. Keda ku em bi mehan didin vala diçe." 
 
Bandora qeyrana aborî pêşiya pêvajoya vîrûsa koronayê jî li ser civakê bi bandor bû. Piştî destpêkirina pevajoya "asayîbûnê" jî yek ser qeyrana aboriyê kûrtir bû Welatiyên ku çandiniyê re mijûl dibin jî ji qeyrana aboriyê bi bandor û gazinc in. Di demsala payîzê de bêtir zebze tên firotin, cotkar niha ji bo hilberînên xwe bifroşin ji xwe re qad digerin. Hedla Ugur (48) li gundê Maruta Pirsûsa Rihayê dijî û debara xwe bi cotkariyê dike. 
 
Hedla di meha adarê de dest bi çandiniye zebzeyan dike û payîzê jî difroje. Hedla jî wekî bi dehan cotkarên din ji nedîtina qada firotinê bi gazinc e. Hedla wiha behsa rewşa xwe kir: "Ez gelek cureyên zebze û fêkiyan diçînim. Ji bo çandiniyê min gelek pere deyn kir. Lê encam ne li gorî dilê min bû. Ji bo ez deynê xwe bidin divê ez hilberînên xwe bifroşim. Min 20 salan çandiniyê nekir lê îsal min biryar da ez çandiniyê bikim lê belê hemû hilberînên min di destê min de man."
 
Hedla, destnîşan kir ku piştî bi salan dest bi çandiyê kiriyê û wiha got: "Bala min a çandiniyê hêj di zarokatiyê de dest pê kir. Piştî bi salan me berê xwe da gund û em li vir çandiyê dikin. Lê belê ji ber ku beramberê keda xwe ez tiştek nagirim ev tişt min xemgîn dike. Çareserî çawa be ez nizanim. Ne tenê ez li vir gelek cotkar heman rewşê dijîn. Rewşa welatê me dê çawa be ne diyar e. Êdî welatî nikarin debara mala xwe bikin. Demsal guherîn lê em hêj di nava zeviyan de ne." 
 
Hedla, di axaftina xwe de bal kişand pêvajoya pandemiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi pandemiyê re qeyrana aborî bêtir kûr bû û ev tişt jî bandorê li me kir. Em niha nikarin hilbêrînên xwe bifroşin. Em firingiyê bi 25 qirûşê difroşin, lê li marketan bi 6 û 7 lîrayê tên firotin. Welatî jî bi vê buhayê nikarin bistînin. Ji ber ku em nikarin bifroşîn em ê beleş belav bikin. Heta ku pergala heyî neguhere em ê wisa bijîn."