Bi hatina payizê re demsala komkirina pembo dest pê dike

  • 09:03 29 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Bi hatina payîzê re demsala komkirina pembo hat û jina bi navê Kewser Ismail niha dest bi çinîna pembo kiriye. Têkildarî komkirina pembo Kewserê bi lêv kir ku erdên wan ji ber êrişên dewleta di talûkê de ye û wiha got: "Dema jin di nava erdên pembo de kom dibin bi ruhekî zindî, bi stran û çîrokan kedê didin. Lê belê dewleta tirk êrişî keda jinê jî dike û erdên me bi talûkeyekê rû bi rû ye. "
 
Di her demsalê de berhemên cuda yên ku erd didin hene. Bi hatina payizê re jî dema çînîna pembo tê. Li Gundê Til Necmayê yê girêdayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi derketina tîrêjin rojê re karmendên jin ên ji pembo berê xwe didin nava erd û dest bi çinîna pembo dikin. Jina bi navê Kewser Ismail a 35 salî û ji gundê Til Necmayê yê navçeya Til Temirê yê Girêdayî Kantona Hesekê ye û diçe çîna pembo nêrînên xwe bi me re parve kir. 
 
'Bi derketina tîrêjin rojê re pembo tê hevdan'
 
Kewserê da zanîn ku bi derketina tîrêjin rojê re ew berê xwe didin nav erd û pembo kom dikin û wiha domand: "Em siharê zû radibin û berê xwe didin nava erd û dest bi komkirina pembo dikin. Dema saet dibe duyê nîvro em berê xwe didin malê da ku xwarinê bixwin, paşê cardin vedigerin nav erdê pembo û heta êvarî saet di heftan de pembo kom dikin. Niha erdê me 4 donim in ez, dayik, xwişk û hevalên min em bi hev re pembo kom dikin. Tiştê herî xweş ew e ku em bi ruhê komînal di gundan de dijîn. Ruhê alîkarî û hezkirinê di dilê her jinekê de geş dibe."
 
'Li ber stran û çîrokan jin bi hezkirin pembo kom dikin'
 
Kewserê diyar kir ku berhemên pembo pir zêde ne û wiha pê de çû: "Berhemên pembo pir zêde ne, ji pembo cil, zeyt û xwarina lawiran tê çêkirin. Em her sal li gor derfetên xwe diçînin û berhemên pir mezin bi dest dixin. Di çînîna pembo de zehmetî hene, lê xweşikbûna wê jî heye. Dema jin li hev kom dibin, bi ruhekî zindî bi stran û çîrokan di nava wî erdî de dixebitin. Di rojê de em heft kîs pembo kom dikin û dibin malê da ku bixin çiwalên mezin û ji bo firotinê amade dibe. "
 
'Erdên me ji ber dewleta tirk di talûkeyê de ye'
 
Kewserê herî dawî diyar kir ku dewleta tirk ava Xabûrê di dema berhemên demsalan de qut dike û wiha bi dawî kir: "Di dema çandina berheman de pêwistî gelek bi avê heye da ku erd were avdan  û berhemên erdan werin girtin. Lê dewleta tirk bi zanebûn ji bo ku em berhemên erdên xwe nebînin ava Xabûrê li ser me qut dike. Bêavbûn gelekî bandoreke neyînî li ser erd dike, ji bo ku em bikaribin qeyrana avê bi dawî bike, me ji neçarî bîr koland û em bi wê yekê berhemên erdên xwe dibînin. Di her demsalê de em ji ber kiyarên dewleta tirk bi guman in. Her wiha erdên genim her dem di talûkeyê de ne ji ber çeteyên dewleta tirk bi zanebûn dişewitînin. Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin."