‘Ji ber polîtîkayên şaş betalî zêde bû’

  • 09:06 25 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a DÎSK’ê Hanîfe Kardaş, daneyên TUÎK’ê yên hatine aşkerakirin nirxand û got polîtîkayên şaş ên hikûmetê betalî zêde kiriye û destkeftî tên xespkirin. Hanîfeyê banga têkoşîna li dijî van polîtîkayan kir.
 
Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) hefteya borî daneyên betaliyê yên meha hezîranê aşkera kirin. Li gorî vê betalî ji sedî 13.4’ê li gorî sala borî 0.4 zêde bûye. Li gorî daneyên hatine aşkerakirin rêjeya betaliya navbera temenê 15-24’an de ji sedî 1,3 puan zêde bûye û derketiye 26.1’ê. Rêjeya betaliya navbera temenê 15-64’an de bi 0,4 puanî derket ji sedî 13.7'an.
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Hanîfe Kardaş der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Polîtîkayan betalî zêde kir’
 
Hanîfeyê bi lêv kir ku betaliya berê hebû bi pandemiyê re zêde bûye û karker neçar mane veqetin destura bê pere û piştre jî karsazan karker şûnde negirtine kar. Hanîfeyê ev tişt vegot: “Ji Adarê şûnde betalî derket ji sedî 7-8’an. Betalî tenê bi kesên endamê sendîkaya me nayê nirxandin. Yên li firin, lokante, fabrîkayan dixebitin jî ji bo me karker in.Ya girîng parastin maf û keda kakera ye. Di pandemiyê de gelek kargeh hatin girtin. Dibêjin pandemî bi dawî bûye lê her diçe zêde dibe. Piştî sektora turîzmê bi dawî bû şûnde gotin hejmar zêde bûye. Lê tu car jî kêm nebibû.”
 
Hanîfeyê destnîşan kir ku her ku vîrus belav dibe rêjeya betaliyê jî zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aborî têk çûye. Bi pandemiyê re gelek kes ji karê xwe bûn. Em wek sendîka em ê ji bo karkeran têbikoşin.Em ê hewl bidin peywir û berpirsyariya xwe bînin cih. Ji bo me ya girîng karker û kedkar in. Peywira me ya sereke rêxistinkirina karkeran e.”
 
‘Hevalên me tehdîdkirin’
 
Hanîfeyê bi lêv kir ku di pêvajoya dawî de ji bo endamên wan dest ji sendîkayê berdin zext li wan tên kirin û got her ku diçe endamên wan kêm dibin û karkeran bi birçîbûnê terbiye dikin. Hanîfeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiyên herêmî  heta niha piştgirî nedane. Sendîkayên nêzî hikûmetê piştgiriyê digirin. Hewl tê dayîn ku ku destkeftî bên xespkirin. Karkerên endamên me jî têkoşîna xwe didomînin. Niha hezar û 700 endamên me hene. Daxwaza me ev e ku ji bo her hevalê me hezar lîra zem bê ser mûçeyê wan. Gelek hevalên me ji mûçeyê asgarî fêdeyê nagirin. Têkoşîna me wê her tim bidome. Em ê her tim endamên xwe rêxistin bikin.”