Li dijî binpêkirina ked û xwezayê Kooperatîfa Piştevaniyê

  • 09:08 24 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji Koperatîfa Piştevaniyê Semra Egîlmez balkişand ser pergala binpêkirina ked û xwezayê ya ji aliyê şîrketên mezin ve hatiye avakirin û got: “Armanca xebata me ev e ku bikarhêner û hilberîner mexdûr nebin û bînin gel hev.”
 
Koperatîfa Piştevaniyê ku li Îzmîrê ji 7’ê kanûna 2019’an heta niha faliyetê dimeşîne û koperatîfek bikarhêneriyê ye, piştgiriyê dide hilberîner û çandiniya xwezayî. Her wiha armanca koperatîfê ev e ku bikarhêner beyî navbeynkar xwe bigihîne berheman. Yek ji endamên damezrîner ya koperatîfê hemşîreya teqawît Semra Egîlmez, koperatîf û armanca wê vegot.
 
‘Rihê piştevaniyê em anîn gel hev’
 
Semra piştî 30 sal pîşeya hemşîretiyê şûnde dikeve xebata koperatîfê û got divê li dijî nexweşiyan mirov rêbaza baş a xwedîbûnê biafirînin û got pestîsîtên ji bo temenê berhemên marketan dirêj bikin tên bikaranîn, rê li ber nexweşiya pençeşêr û xerabûnên genetîk vedike û got: “Armanca me ev e ku em berhemên xwezayî bigihînin gel. Rihê piştevaniyê em anî gel hev. Hewcedariya koperatîfbûnek wisa derket holê.”
 
Semrayê daxuyakirin ku ew girîngiyê didin berhemên sertîfîkayî yên wekî rûnê zeytûn û hingiv û got di hinek rewşan de jî analîzan dikin. Semrayê ev tişt daxuyand: “Em bi koperatîfa Jinan a Narlidere, Koperatîfa Ovacik, Koperatîfa Pêşvebirina Hopa, Koperatîfa Hingiv a Hemgem re dixebitin. Mînak Koperatîfa Hemgem a Hingiv analîzan dike. Piştre li Zanîngeha Egeyê dîsa analîzê dike. Kîmyasala van hingivan sifire. Her gundiyek berhemê baş nayne. Divê em van belgeyan bibînin. Mînak nîskê Qosera Mêrdînê. Di çandiniyê de xelata kalîteyê girtiye. Ji bo berhemên organîk bên hilberandin kontrol tên kirin û piştî ku biryar hat dayîn ku divê hilberînê bike ji Midûriyetên Çandiniya Navçeyê belgeya dokme digirin.”
 
Armanca piştgiriyê heye
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan ev e ku berhem bê navbeynkar bigihînin bikarhêner û bi armanca afiranadina modela aboriya alternatîf jî yekemîn Koperatîfa Piştevaniya Stenbolê hatiye avakirin. Semrayê her wiha balkişand ser binpêkirina kedê û anî ziman ku ji saziyên ku keda jin û zarokan binpê dikin jî berhem nayê girtin û got armanca wan ev e ku pêşî li binpêkirina kedû xwezayê bê girtin.