‘DEDAŞ’ê 10 hezar ceza da ye’

  • 09:03 24 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
AMED -  Remziye Gundogdu a ku ji ber krîza aborî bi zor û zahmetî hewl bi dirûnkariyê debara xwe bike vê carê jî saziya DEDAŞ'ê bi cezayê 10 hezar TL ku lê birî ew mexdûr kir. 
 
Esnaf ji ber krîza aborû ya li Tirkiyeyê ku roj bi roj mezin dibe û rewşa pandemiyê her ku diçe nema karin bi karê dikin debara xwe bikin û di warê aborû de têk diçin. Ji van esnafên ku bi zor û zahmetî hewl didin debara xwe bikin yek jê jî Remziye Gundogdu (53) ye .Remziye ya ku li dijî krîza aborî têkoşînê dide û hewl dide bi dirûnkariyê debara xwe bike vê carê jî ji aliyê Şîrketa Belavkariya Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve hat mexdûrkirin.
 
‘Em debara xwe bi vî karî dikin’
 
Remziye di destpêka axaftina xwe de li ser karê xwe axivî û got: “Ez 10 sal in vî karî dikim. Piştî ku hevjînê min ket girtîgehê ji bo ku debara mala xwe bikim min dest bi karê dirûnkariyê kir. Ji bo vî karê zanebûn, bawerî  û hêz pêwist e. Min jî bi vê hêz û baweriyê bi awayekî rêk û pêk karê xwe anî heta îro. Piştî ku hevjînê min ji girtigehê derket ji ber nexweşîna xwe nekare bixebite. Lê hewl dide li dikanê alîkariya min bike. Ji ber krîza aborî debar zahmet bûye û em jî tenê debara xwe bi vî karî dikin.”
 
‘DEDAŞ 10 hezar ceza li me birî’
 
Remziyeya ku li aliyekî xebata xwe berdewam dikir û li aliyê din jî bi me re axivî, bal kişand ser hewlesta DEDAŞ'ê ya ku ji ber mexedûr bûye û wiha dirêjî da axafitna xwe “Wê rojê xebatkarên DEDAŞ’ê hatin vir, gotin 'abonetiya dikanê heye yan tune ye?' Min got wexta ku me xanî çêkir jixwe dikan û xanî bi hev re çêkiribûn û şebekeya wan yek e. Lê wan got, ' got çima abonetiya vê dere tune ye'. Min jî got ger pêwist dike ez ya vir jî cuda çêbikim lê di serî de wiha hatiye çêkirin û fatoraya herdu aliyan jî ez didim. Lê li gel vê jî hem ji bo dikanê û hem jî ji bo malê cuda cuda 5 hezar TL ceza birîn û min deyndar kirin. Ji bo çi ewqas ceza didin me. jixwe ji ber krîza aborû û xizaniyê em bi zor û zahmetî  debara xwe dikin û ez gelek caran nikarim fatûreyên xwe bidim. Wekî ku krîz ne bes be ji ber pandemiyê jî demeke dirêj em nexebitîn û vê jî mexdûriyeta me zêde kir. Em di derdê ku em ê çawa debara xwe bikin de ne lê saziya dewletê DEDAŞ jî di derdê ku wê çawa pere ji me bistîne de ye.  ”
 
‘Ez li benda bersîva DEDAŞ’ê me’
 
Remziye anî ziman ku wê îtîraz kiriye lê rayedarnên DEDAŞ'ê  jê re gotine "hewldanên te bê feyde ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez piştî vê bûyerê çûm DEDAŞ’ê û min daxwazname da.  Lê ji min re gotin 'tu çi binivisî feyde nake'. Ez çawa bikim nizanim ez niha li benda bersîva DEDAŞ'ê me. Ez bang li rayedarên dewletê dikim ku bila vê pirsgirêkê çareser bikin û li ser krîza aborî ya heyî krîzeke din jî ew pêkneynin û me mexdûr ne kin.”